Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, rêşûnên yekalî yên hin partiyan bi ragihandina sîstema federalîzmê li bakurê Sûriyê red kirin, û got ” em van karvedanên yekalî yên pêşwext bicarekê red dikin, û wê encamên wê yên erênî li ser Sûriyê nebin, û em dibînin ne rawa ye”.
got: ” nabe partiyek yan pêkhateyek biryareke wisa bistîne, ev biryar ji mafê hemû xelkê sûriyê ye, û şoreşa sûriyê hat ji bona ev milet bikaribe biryarê bide li ser hikum û pergalê dewleta xwe bê fermana hîç kesî”.
Li aliyek din, endamê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhemîd Temo got ku di dema partiya PYD û partî û kesayetiyên hevalbendên wê ji pêkhayeyên din nehatin vexwendin bo Jinêv 2 , wan (Xweseriya demokratîk) ragihandin, û di dema ku nehatin vexwandin bo kongirê Riyad wan (girûpa hêzên Sûriya demokratîk) ragihand, û niha dema nehatin vexwandin bo Jinêva 3an, wan (federasyon) ragihand”.
Tema di çavpêketinekê de digel radiyoya (Elkul) got: “Ev federasyon aşop û sawîr e û bitenê piropaganda ye, di dema ku hêjî rêjîm di wan navçeyan de ye ku federalîzm lê ragihandin li Qamişlo û Hesekê , û balkişand ku pêkhateyên digel PYDê ji Yekîtiya Siryan û hozên Ereban û yên din, hemû dikevin di yek xelekê de, ew jî xeleka rêjîma Esed de.
Temo tekez kir ku pirojeyê federalîzmê di destpêkê de pilaneke (Rûsî-Îranî) bû, hevdem ku Amerîka dan bi van pirojeyên siyasî nake ji ber ku ne yasayî ne, hevdem ku Amerîka serederiyê digel hêzên Sûriya Demokratîk re dike wek serbazên kirêgirtî, bitenê ji bona dijberiya DAÎŞê.
Jêder: Hevbendî