Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya karûbarê Girtî û Windayan, Yasir elferhan, tekezî li ser giringiya daxwiyaniyên dewletên dost di rûniştina gengeşeya dozên sizakirin û lêpirsîna rijêma Elesed de hatine bi sedema pêkanîna wê ji tewanên cengê re dermafê gelê Sûriyê kir, ew rûniştina ku li rex civînên giştî yên Komelgeha Giştî ya Netewên Yekbûyî di gera wê ya 75an de lidar ketiye.
Û ew rûniştin li ser daxwaza Qiraltiya Holenda hatibû lidarxistin, û tê de Wezîrê Derve yê Holenda, Steve Block, û hejmarek mezin ji balyoz û dîplomatan amade bûn, û Serokê Komîteya Yasayî, Hîşam Merwe û Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî bo karûbarê Girtî û Windayan, Yasir Elferhan, nûnertiya Hevbendiya Niştimanî tê de kirin, her weha Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî, Enes Elebde û Serokê Komîteya Girtiyan di Desteyê de, Elîs Mifrih, beşdar bûn.
Û Elferhan di daxiyaniyên taybet de îro înê bal kişand ser girîngiya sûdewergirtina ji vê viyana siyasî ya navdewletî di lêpirsîn û rêşûnên cidî bo sizakirina tewanbarên cengê li Sûriyê, û dît ku ew perçeyekî sereke ye ji bo pêkanîna aştiyê li deverê, û gihîştina çareya siyasî li welêt li gorî biryarên navdewletî, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Û ew rûniştin bi hejmarek ji helwestan derket, ya yekemîn pêngavên berçav bo pêkanîna lêpirsîna binpêkirinên rijêma Elesed dijî mafên mirovan, û tevlîhevkirina bijardeyên cûrbecûr ji bo pêkanîna lêpirsînê û wan pêngavên berçav, yên ku dewlet karin bistînin û piştgiriyê bidinê.
Û axêverên navdewletî tekezî li ser hewcedariya pêwîst ji lêpirsînê re piştî neh salan ji nakokiyan kirin, û dîtn ku doseya lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê tiştekî bingehî ye ji qurbaniyan re, daku nehêlin komkujî di pêşerojê de çêbibin, û bingeha aştiya herdirêj li deverê deynin, û dijî rizgarbûna tewankaran ji cezayan derkevin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî