Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Winayan, Yasir Elferhan, tekez kir ku tiştê di rapora Kombenda Girtî û Windayên Sêdnaya de hatiye, derbarê şêweyên ku rijêma Esed di zîndanan de bikar tîne, ew piçek ji gelek ji tewanên vê rijêma ku hînî talankirina gelê Sûrî bûye ye, ji ber ew li ser derdeseriyên xelkê wek perçeyek ji stiratîciyeke sereke ya ku rijêm li ser dijî ye.
Û Ferhan di raghandinin taybet de got ku neçarkirina xelkê li ser dana bertîlan beramber dîtina zariyên wan an bo serbesterdana wan , ji cîhanê re tekez dike ku laşê vê rijêmê li ser hemû astan bi gendeliyê kurmî bûye, û bal kişand ser ku tora gendeliyê ji endamên ewlekariyê û efseran dest pê dike ta bighêje dadwer û berpirsên mezin di dewletê de.
Û Elferhan bal kişand ser ku rijêm di riya toreyên gendeliyê re dixwaze kêşeya xwe ya aborî qerebo bike, nemaza piştî ku ji aliyê Emrîka û Dewletên Ewropî ve hatiye dorpêçkirn, lê ew jî li ser hesabê sivîlên bêguneh li deverên di bin kontirola wê de her weha li ser hesabê xwediyên girtî û binçavkiriyên kotekî ye.
Û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan, ji civaka navdewletî daxwaza fişaran li ser rijêm û hevalbendên wê ji bo diyarkirina çarenûsa tevaya windayan kir, her weha tevaya girtiyên ji ber nerînên xwe yên siyasî hatine girtin bê merc werin berdan.
Û Kombenda Girtî û Windayên Sêdnaya di rapora xwe ya dawîn de şêweyê nû yên ku rijêma Esed pê radibe daku xwe ji ber sizayên ku li ser hatine sepandin bide alî eşkere kir, ew jî di riya bidestxistina pereyên pir di riya keysanîna ji xwediyên girtî û windayan daku welatî kur an mirovên xwe bi wan pereyan ji zîndanên rijêmê derxînin.
Û Komeleyê di rapora xwe de dît ku binçavkirinên kotekî sitratîciyeke sereke ye li bal jijêmê bi armanca tirsandina sûriyan, û bal kişand ser ku girtina rikberan û derxistina wan beranberî pereyan jêdereke mezin e bo perepêdana amûrên zordar ên dewletê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî