Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nezîr Elhekîm, tekez kir ko hêzên şoreşê û dezgehên wê hemûyan li ser çûna Esed û sîmbolên desthilata wî lihev kirine , û got ko çi aliyê ko hewil dide piştgiriya vê rêjîmê bike û wî bide pêş dê şirîka wê ya belavkirina ramanên zordarî û tundrewiyê be, yên ko dixwazin azadî nemîne û kuştin berdewam be.
Ev gotin îro di hevdîtina emîndarê giştî yê hevbendiya niştimanî digel serokê yekîtiya nivîskarên Sûrî yên azad Dr. Tewfîq Elubeyd li avahiya emîndariya giştî ya hevbendiya niştimanî li bajarê Istanbulê hatin gotin.
Elhekîm mertalek ji yekîtiya nivîskarên Sûrî wergirt, wek nîşaneke derbirîna dilxweşiya xwe ji piştgiriya Hevbendiya niştimanî ji hemû dezgehên şoreşgerî re.
Û Elhekîm got ku tawankariyên ji hêla rêjîma Esed û milîtanên bi ser ve çêbûne, ji dîrokê nayêne veşartin, û got ku dewlet û kesên li rex Esed rawestiyane nayêne jibîrkirin û şermezariya wan jê naçe, li gora derbirîna Elhekîm.
Elhekîm destnîşan kir ko hevbendiya niştimanî û desthilata Sûrî ya demkî li rex hemû dezgehên azad radiweste, yên ko hewil didin biryara miletê Sûrî vegerînin û zordestiya ko rêjîma Esed ya diktator di hemû biwarên jiyanê li Sûriyê feriz dike, têk bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî