Serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî tekez kir ko parastina sivîlên Sûrî ji operasiyona leşkerî ya ko rêjîma Esed û milîtanên Îranê pêktînin hêjî daxwaza sereke ye ji yên ku me ji Netewên Yekbûyî re pêşkêş kirin . Bêtir got ko agirbest li tevaya welat û danîna mîkanîzmekê ji şopandina binpêkirinan re û sizakirina gunehkaran ew çareseriya herî baş e ji bo kontrolkirina kirdeyên Rêjîmê.
Ev di civîna Elherîrî û çend endamên şanda desteyê li Cinêvê digel nûnerên encûmena xwecihî ya bajarokê Mihce ya gundewarê Dera’ bi rêya Internetê de hat, ya ko emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî Nezîr Elhekîm û endamê desteya siyasî Yasir Elferhan ji Istanbulê têde beşdar bûn.
Bajarokê Mihce li gora gotina endamên encûmena xwecihî pir fişar ji hêla Rêjîmê û efserên Rûsî lê dibin, ji bo radestkirin û derketina şoreşgeran ji bajêr.
Serokê encûmenê got ku sivîl û şoreşger naxwazin têkevin tu rêkeftinê bi Rêjîmê re, destnîşan kir ko ew ditirsin Rêjîm gefên xwe yên wek dorpêçkirina bajêr ya tekûz û bombebarankirina wê cîbicî bike, û tekez kir ko “hayê Rûsan ji van gefan heye”.
Elherîrî bal kişand ser ko şanda desteya bilind li Cinêvê dê digel Netewên Yekbûyî û birêveberiya Emerîkî û desthilata Urdunê re peywendiyan bike, ji bo berdewam wan bi pêşveçûn û binpêkirinên ko Rêjîm wan pêk tîne agahdar bike, û got ku şande dê hemû şiyanên xwe digel aliyên peywendîdar re bike tako nehêla Rêjîm gefên xwe cîbicî bike.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm got bajarokê “Mihce” cihê wê istiratîcî ye û ji ber vê yekê jî Rêjîm dixwaze wê kontrol bike, û diyar kir ko Rûsan “xwestin danûstandinan bikin tako cihê Rêjîmê li vî bajarokê istiratîcî çêbikin”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî