Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî tekez kir ku cêbicêkirina biryarên navdewletî di riya dabînkirina veguhestina siyasî re temam nabe eger Bişar Esed û desteka wî ji ser desthilatê neçin.
Elherîrî di çavpêketinekê de ligel rojnameya Elerebî Elcedîd got ku veguhestina siyasî “çênabe ligel hebûna tawankarekî wek Bişar Esed, û dema em bêjin em ketine di qonaxa veguhestina siyasî de, pêwîst e serokê Rijêmê û desteka wê her ji destpêka qonaxa veguhêz de bar bikin“.
Elherîrî got: ” dema gelê Sûriyê dest bi şoreşa xwe kir, li benda kesekî nema ku sînoran jê re destnîşan bike, ne bi erênî yan bi nerênî “, û got ku ” xelkê Sûriyê nirxekî mezin ji bo armanca xwe dan, û werîsê di navbera gelê Sûriyê û Rijêmê de ji demek dirêj e hatiye birîn, û nabe îro Esed bête pesendkirin, ev dergeh hatiye girtin û nabe goftugo li ser bibe, û gelek sedem hene ku dihêlin em sûr bin li ser çûna wê “.
Elherîrî dît ku çênabe behsa mijara daraştina girêbesteke civakî ji Sûrê re bibe bi hebûna tawankarekî berpirs di ber şehîdbûna nîv milyon mirovî de bi kêmayî , û Elherîrî cext kir ku wê ew yek zehmet be ji aliyê dubare avakirina dezgehên dewletê tevî dezgeha artêş û ewlehiyê û dezgehên xizmetgozariyê.
Elherîrî diyar kir ku hin piransîpên din hene bi çûna Esed Esed ve têkildar in ” wek çaksazkirina damudezgehên leşkerî û dubare damezrandina damudezgehên ewlehiyê û derxistina milîsan, û destdanîna dewletê li ser çekan û damezrandina Sûriyê wek dewletek dîmkoratîk û sivîl li ser bingeha serweriya yasayê“.
Serokê şanda danustandinkar ev destnîşankirin wek piransîpên sereke yên opozisyona Sûrî dîtin , her weha dît ku ew bingeh e bo goftugoya bi pilatformên Qahîre û Mosko re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî