Serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî tekez kir ko amadekirina destûrê bi tena xwe pirsgirêkên Sûrî çareser nake, û got: giring e zemîna guncaw dabîn bibe, ya ko hevwelatiyên Sûrî bi guherîna rastyeqîn hest bike.
Di hevpeyivînekê digel acansa Enadol Elherîrî got ku ‘’bêyî zemîneke guncaw em nikarin biçin hilbijartinan ko desteya dasthilatdariya veguhêz wê li gora destûra nû wê dabîn bike, ko bihêle hevwelatî bi guherînê hest bike, tako bizane dengê wî wê guherînekê çêbike. ‘’
Elherîrî destnîşan kir ko hevrikiya Sûriyê dê bi Netewên Yekgirtî re kar bike, ji bo rewşa dosya girtiyan aktîv bike digel destpêkirina karê komîta destûrî, dixwaze hemû kêşeyên din yên ko bi biryara navnetewî ve têkildar in ya hejmar 2254 gengeşe bikin, ev desthilatî di zenbîla yekem de û destûr di ya din de û hilbijartin ya sisêyan be.
Elherîrî got ku divê miletê Sûrî tiştekî bi dest bipelîne û ew tiştekî neçar ji derveyî yasayê naxwaze, diyar kir ko ew kêşeyeke mirovî hildigirin ji bil danûstandinan, ji wan berdana hemû girtiyan li Sûriyê.
Elherîrî dibîne ko rûniştina destpêkê dê ragehandineke navnetewî be ji destpêkirina komîta rawekirina destûra nû, got dibe komcivîna koma berfireh dibe çend rojan berdewam bike, di pey re derfet bigehê koma piçûk tako karê xwe berdewam bike û ecindeyên aşkere deyne ji bo kêşeyên corbicor û naveroka destûrê bête gengeşekirin.
Elherîrî got: ‘’ em baweriyê bi çareseriya siyasî tînin û ji bo wê kar dikin û em dibêjin nabe ko çareserî leşkerî be lê rêjîm û yên piştgiriya wê dikin li ser çareseriya leşkerî sûr in, çi pêşkeftin di pirosesa siyasî û pirosesa destûrî de û gihandina çareserkirinekê ko Sûriyan rizgar bike, pêdivî bi 3 astên li hevkirinê heye, lihevkirina Sûrî Sûrî, û ya herêmî û ya navdewletî.‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî