Serokê desteya bala ya danûstandinan Nesir Elherîrî dibîne ko daxuyaniyên Dî Mistora “cihê dilsarî û mixabiniyê ne” û li gora wan daxuyaniyan “bi girêdana bi ecindeyên Rûsî” ve ew tawanbar kir.
Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de pêncşembê li Istanbulê got ko Dî Mistora “baldêriya me ji pêşvebirina operasiyona siyasî re beraberî redkirina rêjîmê ji operasiyona siyasî re dît”, destnîşan kir ko “em her carê texmîn dikin ko Dî Mistora raporteke rasteqîne li pêşberî Netewên Yekbûyî li ser astengkirina rêjîmê ji operasiyona siyasî re pêşkêş bike, lê belê ew bêdeng dimîne ” Elherîrî dibîne ko “ew ruhniya kesk li ber rêjîmê vêdixîne tako tawankariyên xwe berdewam bike.”
Berdewam kir û got: “ne ji mafê şandiyarê navdewletî ye ko dest ji biryarên navdewletî berde, û gava ew li ser çaksaziya destûrê dipeyive û şêweyek ji beşdarbûna desthilatê, ew dûrî naveroka van biryaran û sîsika van pirinsîban dikeve, her weha dijberî daxuyaniya Cinêvê di misogerkirina veguhastineke siyasî ye, di rêya desteyeke desthilatdara veguhêz de.”
Û got eger çi dubare çêbibe “eger ne li gora hêviyên miletê Sûrî be bo gihaştina veguhastina siyasî ya tekûz bêyî Beşar, ew bisernakeve”.
Elherîrî diyar kir ko raporta komîta navnetewî tekez kiriye “ko li pêşberî me ne tenê tawankarekî cengê heye lê belê tawankarên cengê hene û serekê wan Beşar Elesed e”, got giring e Netewên Yekbûyî bi vê mijarê re tund be.
Doz kir ko daxwazên komîtê yên ko ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê re hatine pêşkêşkirin cîbicî bibin, û pirinsîba dadweriya navdewletî kartêker bibe, û hemû tawankarên cengê û yê pêşî Beşar Elesed ji bo dadgeha tawankariyên navdewletî re bêne pêşkêş kirin.
Bal kêşand ser ko giring e Rûsya beşdarbûna xwe di tawankariyên Rêjîmê de rawestîne ji bo alîkariya wî di rizgarkirina wî ji sizayê de bike, daxwaz kir ko “civîneke awarte ya Encûmena ewlekariyê lkidar bikeve û raportên komîtê berçav bibin û madeya 21 ji biryara 2118 kartêker bibe, ya ko dibêje eger ber bi şert û mercan ve neyê “ wek niha” divê benda heftan cîbecî bibe.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî