Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberikiya Sûriyê, Nesir Elherîrî, tekez kir ko Şandeya Hevrikiya Sûriyê bi tekûzî giha Cinêvê, da li danûstandinên Cinêvê yên bi çavdêriya Netewên Yekbûyî amade bibe. Danûstandinên ko Operasiyona siyasî li Sûriyê li gora biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û biryarên din yên berê gotûbêj bikin.
Elherîrî yê ko nuha li Cinêvê ye, û rawêjkarê Şandeya danûstandinan e, diyar kir ko opozisyona Sûriyê nûnerîtiya Şoreşa gel dike, ji ber evê yekê biryara wê biryara gel e, berî ya siyasî be. Bêtir got; sibe dê yekem rûniştina Şandeyê digel Şandyarê navdewletî pêk were, ji bo gengeşekirina Operasiyona veguhestina siyasî û damezirandina Desteya desthilatdariyê bi hemû karûbaran.
Elherîrî tekez kir ko Şanda Şoreşa Sûriyê, dixwaze çareseriyeke siyasî bibîne ko armancên gelê Sûrî misoger bike û hem xwînrijandin û wêraniyê li welat rawestîne.
Jêder: Hevbendî