• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 1 June , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elherîrî Ezmûna Hilbijartinên Balkêş û Demoqratîk yên Parêzerên Sûrî yên Azad Pîroz Dike

July 30, 2020
in Nûçeyên Hevbendiyê
Elherîrî Ezmûna Hilbijartinên Balkêş û Demoqratîk yên Parêzerên Sûrî yên Azad Pîroz Dike

Ofîsa Sendîke û Hevgirtinan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civînek ji dûr ve li gel Sendîkeya Parêzerên Azad li dar xist, û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgirê Serok D. Ebdilhekîm Beşar û Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan amade bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya xwe ji parêzerên ku duh çarşemê li bajarê Ezazê yê girêdayî Helebê hilbjartinên xwe lidar xistin pêşkêş kir, û dît ku ew hilbijartin nemûneya demoqratiyê li Sûriya azad e.

Û tekezî li ser yekbûna hêviyên hevbeş ên gelê Sûrî yên ku ji bo wê xûna xwe rijandine daku bighên dadwerî û azadî û rûmet û serdariya yasayê kir, û hêvî kir ku hevdîtin û kar û danîna pilanên hevbeş di navbera Hevbendiyê û Sendîkeya Parêzerên Azad ji bo pêkanîna bercewendiya niştimanî berdewam bin .

Û ji aliyê xwe ve Neqîbê Parêzerên Azad Mehmod Elhadî Elnecar li ser miqatebûna sendîkeyê li hevkariya bi Hevbendiya Niştimanî re axifî, û behsa hilbijartinên berê yên Encûmenên Şaxên Sendîkeyê yên li çend parêzgehan çêbûne kir, û bal kişand ku wan hilbijardinan rê ji hilbijardinên Encûmena Sendîkeya Navendê xweş kirin.

Û Elnecar hêvî kir ku ev ezmûna ku Sendîkeya Parêzeran pê rabûye li tevaya saziyên şoreşa Sûriyê belav bibe.

Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser Ebdilmecîd Berekat, got ku divê hevkariyeke mezin û çalak di navbera Hevbendiya Niştimanî û Sendîkeya Parêzerên Azad de çêbibe, wek: piştgiriya yasayî, karê komîteya destûrî ya sûrî, şopandina cîbicîkirina yasaya qeyser, belgekirina tewanên cengê, û tekezî li ser girîngiya hilbijatinên sendîkeyê kir her weha tekezî li ser pêwîstiya ku ew ezmûn li nav tevaya saziyên şoreşê belav bibe kir.

Hêjayî gotinê ye ku Parêzerên Sûrî yên Azad duh çarçemê, kongirê xwe bo helbjartina Sendîkeya Navendî ji parêzerên Sûrî Azad re li bajarê Ezaz ê Sûrî lidar xistin, û Wezîrê Dadê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Ebdella Ebdilselam, û Parêzerê Dewletê ji ber Sendîkeya Parêzeran li Tirkiyê, Yosif Gonal, amade bûn.

Û di Kongir de Parêzer Mihemed Elhac Ebdella Nûnerê Hevbendiya Niştimanî, û Serokê Encûmena Parêzgeha Helebê Ebdil Xenî Şobek, û Serheng Ehmed Qeryod Rêvebirê Asayîşa Ezazê, û hejmarek kesatî û saziyên şoreşgerî û rêxistinên civaka sivîl û mafnasî li deverên rizgarkirî amade bûn.

Û Neqîbê Sendîkeya Parêzerên Sûriya Azad,  Yasîn Hilal, kongir dest pê kir , paş re deryê hilbijartina Endamtiya Encûmena Sendîkeya Navendî ya Nû û Endamên Gencîneya Xanenîşana rola dahatî ya sala 2020 ta sala 2023an vebû.

Û pirosesa hilbişartinê di katijmêra yekê nîvro de dest pê kir, û piştî hejmartina dengan 11 parêzer di hilbijartinan de bi ser ketin, û parêzerên hatine hilbjartin di civîna yekemîn de Mehmod Elhadî Elnecar wek Neqîbê Parêzerên Sûrîya Azad helbijartin.

Her weha di hilbijartinan de Casim Elelî wek cîgirê serok û Fehed Elmose wek Emîndarê Sekreteriyê û Ziyad Camos wek xeznindar hatin bijartn, û Yosif Elhesen, Mihemed Xelîl Elebid, Elî Elselxedî, Tariq Hec Bekrî, Îlham Seîd, Enwer Feyad, Mihemed Fares Salih wek endam, û Komîteya Gencîneya Xaneneşîniyê ji Elai Eldîn Elhemîd, Ebdil Munêm Elsilêman û Îd Elebdella pêk hat.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike

May 31, 2023
Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike

May 31, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike

Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike

Îdrîs: Em Ditirsin ku Ragihandina Şaredariya Bint Cibêl Tenê Girêdayî Astengkirina Jiyana Sûriyên li Bajêr be

Hevbendiya Niştimanî: Destberdana Komî ji Kar di Sektora Giştî ya Rijêma Esed de Nîşana Têkçûna Wê ya Aborî û Rêvebirî ye

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.