Nesir Elherîrî sekertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê di dema hevdîtina xwe de ligel serokê revenda sûrî ya li Îtaluya, tekezî kir li ser “giringiya çavdêrî û berdewamiya pêşxistina rola Revenda Sûrî ya li Îtaliya û kar û bizavên rêxistinkirina wê, çimkî giringî û pêdiviyeka wê ya mezin heye ji bo Sûriyan”, û dazanîn ku:” hevkarî û hevrêzkariya berdewam û zêdekirina pêwendî û têkliyan bo bihêzkirin û pêşxistina şêwazên kar ji berpirsyaretiyên me ne, da bibin baştirîn Sîwan ku Sûriyan di bin sîbera xwe de kom bike û gotina wan bike yek”. Ji aliyê xwe ve Serokê Revenda navhatî û şanda pê re, di dema serdana xwe de bo baregehê sekertariya giştî li Stembolê, kurte-şiroveyek kir li ser kevalê revendê, bi rêvebiriya xwe ya niha ku ji 7 encûmenan pêk tê û li ser wîlayetên Îtaliya hatine belav kirin, herwiha şiroveyek pêşkêş kir li ser giringtirîn kar û çalakiyên revendê.
Jêder: Hevbendî