Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesir Elherîrî hevdêtin bi çend berpirsiyarên Desthilata Demkî re kir, ji bo hevrêziyê bi wan re bike, da piştgiriya Tevgera şoreşgerî ya gel li hundirê Bajarên Sûriyê bikin.
Herweha Elherîrî sibe wê serdana bajarê Xazî Entab bike da bi nûnerên gel re li wir bicive û pêdiviyên wan û astengiyên ko dikevin pêşiya wan li bajar nas bike, da çareseriyan ji wan re bibînin di çarçoveya pileya pêwîstiyê de.
Herweha Elherîrî wê zincîrek ji hevdîtinan digel serkirdeyên Lekên çekdarên li hundirê welat bike û bi wan re goftûgoya xalên lawaz di karê mrydanî de, yên ko giringe bi zûtir dem li ser bê rawestandin bike . li gor ko jêderekî berpirs ragihand.
Jêder: Hevbendî