Serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî tekez kir ku rêjîma Esed çi roleke Netewên Yekbûyî di dîtina çareseriyeke siyasî de red dike, û ev sedema sereke ye ji redkirina rêjîmê re ji beşdarbûna di prosesa siyasî de, û li şûna wê pirosesên kuştin û bombebaranê pêk tîne.
Û Alherîrî di hevdîtinekê bi rojnameya Beyan ya Îmaratî re, metirsiya pirosesa destûrî li ser rêjîmê , mezintir e ji mijarên mirovahî.. Ew beşek ji (biryara) 2254 û pêvajoya NY ye, û dest nîşan kir ku destpêka çareseriya siyasî bi xwe ne armanc e, û got : Rêjîm red dike ku sîwanek navnetewî yan jî viyaneke navdewletî ya tevayî ya destêwerdanê di şêweyê çareseriyê li Sûriyê bike.
Elherîrî got pirosêsa siyasî ya tekûz li ser çar pirinsîban dipeyive: Alîkariyên mirovî, desteya destehilata veguhêz, destûr û hilbijartin, û ev tev de di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê de ne, û bal kişand ser ko hêzên şoreşê û rikberiyê bi tevahî gotin ku derbasbûna van her çar pirinsîban di çi dergehî re be baş e.
Elherîrî got ku ti xwehrî di pêvajoya şoreşê de çênebûye, û bal kişand ser ku pirosêsa siyasî pirosesek tekûz e, nabe beşek bêyî yê din misoger bibe, û got ku nabe em bibêjin pirosêsa siyasî tenê komîta destûrî ye, lê belê ew parek ji pirosêsê ye, ko ew çar kêşeyên me gotin têde ne.
Elherîrî dibîne ko pirosêsa destûrî ji hêla mirovînî ve li ser rêjîma Esed metirsiya wê bêtir e, û ji axaftina li ser qonaxa veguhêz jî bêtir e, çimkî axaftin li ser qonaxa veguhêz tenê ji aliyê rikberiyê ve ye, lê pirosêsa destûrî di biryara 2254 û pêvajoya Netewên Yekgirtî de ye.
Elherîrî got ceng li Sûriyê ne cenga rêjîmekê û rikberên wê ye, rewşa nuha ne ji ber ko opozisyon naxwaze bi rêjîmê re lihev bike, lê ceng li Sûriyê cenga rêjîmeke diktator li dijî milet e, û vê rêjîmê bi sedhezaran milet kuştiye û bi milyonan koçber kirine û ev sîska qeyranê ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî