Nesir Elherîrî, serokê şanda desteya bilind a danustandinan, tekez kir ku hîç pêşketinek neket danustandinên Cinêvê, û sedem dît ku “danustandinên berê ji aliyê Rijêmê hatin têkbirin, û ew hewla têkşikandina danustandinên niha jî dike, û ew berpirsyar e di ber têkşikandina danustandinên îsal de, û em rijdin li ser serxistina danustandinan”.
Elherîrî duhî di kongerekî rojnamevanî de li baregehê NY li Cinêvê di dawiya gera danustandinan de got ku şanda danustandinan “wê rabe bi gengeşekirina piroseya siyasî ya ku şaxên wê yên berfireh û ciyawaz hene, û em heta niha nikarin bêjin ku danustandin bi ser ketine, lê piçekî bi pêş de çûne, em hêvîdarin ku têkneçûbin”.
Elherîrî diyar kir ku wan “lênêrîna xwe derbarê veguhestina siyasî pêşkêş kir, û têde pirsa pêkanîna ewlehî û seqamgeriyê hatiye li gor mafên milet, û herwiha rêşûnên destûrî bo vê yekê hatine gengeşekirin, bi awayekî ku têde mafê gelê Sûriyê misoger bibe, û herwiha wan gengeşeya mijar û rêşûnên hilbijartinan kiriye, ji bo encamdana helbijartinên pakij û azad li dawiya qonaxa veguhêz “.
Û bal kişand ku armanc ji danustandinan “bidawîanîna êş û azarên milet û pêkanîna agirbestê û cêbecêkirina tekistên mirovî yên biryarên navdewletî ye, û pêkanîna çareseriyeka siyasî ya dadmend bê hebûna Esed û desteka wî, û danîna nexşekî nû bo paşeroja Sûriyê”, û got: ” em nikarin bêjin ku danustandin bi ser ketin yan têkşikestin, lê em zanin ku em hatine danustandinan û danustandin dijwar û zehmetin ligel aliyekî ku danustandinan naxwaze”.
Elherîrî bal kişand ku “Rijêm heta vê gavê gengeşeyê red dike û bitenê pêdagiriyê bi gotara xwe ya vala ya li ser terorê dike, tevlî ku ew yekem alî bû hemahengî ligel terorê kir û teror derbasî navçeyê kir, û berdewam e di bombebarankirin û dorpêçkirin û birçîkirina milet de û hemî coreyên çekan bi kar anîne “.
Û Elherî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Anadol cext li ser wê yekê kir ku Mosko piştgiriya rijêma Beşar Esed dike, û di kiryarên koçberkirin û guhertina demografîk de beşdar dibe, di heman dema dibêje ku ew pişgiriya piroseya siyasî dike, lê helwestên wê berovajî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat