Serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî, tekez kir ku hêjî tabûrên Rijêmê û milîsên Îranê “tawanên şer” li dijî sivîlan li Der’ayê pêk tînina.
Ev axaftina Elherîrî hat di hevdîtinekê de bi rêka enternêtê di navbera şanda opozisyona Sûriyê li Jinêvê û nûnerên encûmenên xwecihî û çalakiyên parêzgeha Der’a de, û herwiha di hevdîtinê de behsa rewşa parêzgehê û êrîşên terorîst yên berdewam ku ji aliyê Rijêmê û hêzên pasdarên Îranê ve dibin hat kirin.
Elherîrî got ku şanda danustandinkar piroseya veguhestina siyasî bi şanderê navdewletî Stîvan Dî Mestora re gengeşe kir, û bal kişand ku Rijêm hewla berbestkirina piroseya danustandinê dide, ji ber ku ew yekem kes e ku sûdê ji berdewamiya tevlîheviyê werdigre, ji bo pêkanîna hejmarek zêdetir ji kuştar û tawanên şer, û berdewamiya dorpêçkirina bajaran û birçîkirina xelkê wan.
Ji aliyê xwe ve, nûnerên encûmenên xwecihî û çalakiyan rewşa parêzgehê bi tirajîdîk anîn ziman ji ber bombebarankirina berdewam li ser parêzgehê ji aliyê Rijêmê û milîsên hevalvendên wê, û diyar kirin ku niha taxa Elmenşiyê bi awayekê dijwar û rêbazkirî bi topxaneyên Rijêmê tê topbaran kirin.
Herwiha piştgiriya xwe ya tekûz ji şanda danustandinkar û ji bijardeyên wê re yên ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ligor biryarên navdewletî û tevî herdu biryarên 2118 û 2254 tekez kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî