Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Riyad Elhesen, tekez kir ko livandina pirosesa siyasî li Sûriyê pêngaveke ber bi rêka dirist ve ye, lê hişyarî da ji cîbicînebûna bendên biryara navnetewî ya hejmar 2254ê, yên derbarê agirbestê û gehandina alîkariyên mirovî û berdana girtiyan.
Elhesen di daxuyaniyên taybet de, evro înê, bal kişand ser ku berdewamiya rêjîmê û hevalbendên wê di tawanên xwe de li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê; hişt pirosesa siyasî bêwate be, û got ku ewê bigehê rêkeke girtî wek ko li Cinêvê di salên berê de çêbû, ji ber helwestên rêjîmê yên nepejirandina pêşketina pirosesa siyasî, û piştgirêdana bi çareseriya leşkerî.
Elhesen diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî daxwaz dike ku biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, ya ko di benda wê ya pêncem de hatiye “agirbest û destpêkirina pirosesa siyasî pir pev girêdayî ne” cîbicîc bibin.
Elhesen bêtir got ku gava dest bi karê komîta destûrî bibe divê agirbest yekser cîbicî bibe, agirbesta şandyarê navnetewî Ger Pederson duhî di Encûmena Ewlehiyê behsa wê kir û got ku dê nêzîk dest pê bibe, û dibîne ko ew ji pêrabûnên avakirina baweriyê ye, ya ko heman biryara navdewletî di benda 13 û 14 behs wê kiriye, ko alîkariyên mirovî bigehên û girtî bêne berdan.
Pederson di gotina xwe ya li Encûmena ewlehiyê got ku nakokî li ser destpêkirina komîta destûrî “pir kêm bûye”, û tê texmînkirin ko karê wê berî dawiya eylûla dahatî dest pê bike.
Pederson diyar kir ku li ser danîna du serokan ji bo komîta destûrî hatiye lihevkirin, yek ji wan nûnerê operasiyona Sûrî be. û got ku destpêkirina komîta destûrî divê girêdayî guherînên li ser xakê be, ji wan jî dosya girtiyan û yên bi kotekî hatine veşartin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimani ya Sûrî