Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Riyad Elhesen, tekez kir ku mersûm û biryarên rijêm derdixe, yek ji şêweyên tirsandinê yên herî mezin e, yên rijêm wan ji bo tirsandina gelê Sûriyê û bêdengkirina wî bikar tine, da nehêle ti rexneyan li desthilata rijêmê bikin, û bal kişand ser ku ew mersûmên vê dawiyê yên derbarê lîreya sûrî ji vê çarçoveyê derneketine.
Û Elhesen got: Mersûmêm ewlekarî nirxê lîreyê venagerînin, lê ew nirx di riya danîna pilanên abûrî û darayî yên rastyeqîn re ên dikevin bercewendiya Sûriyê û gelê wê de vedigere, û tekez kir ku rijêmên stemkar nikarin van siyasetên darayî yên ku hewcedarî destpakî û rêvebirineke dûrist in bicî bike.
Û Elhesen cext li ser wê yekê kir ku kes ji rijêma esed pêve berpirsiyariya hilweşîna dîrokî ya lîreya sûrî hilnagire, ji ber ku wê samanê welêt di kirîna çekên ku pê şerê gelê sûriyê bike tertûbelav kir.
Her weha Elhesen got ku gendeliya darayî ya ku bû nexweşiyek û ket hemî movikên dewletê de, û bi taybetî bi riya Mafya nêzî malbata Esed ya ku daraya welat talan kir û revand dervî sînor, bû sedema têkçûna abûrî ya bilez di salên bûrî de.
Û Elhesen bal kişand ser ku kirîza darayî ya ku bi ser welatiyên Sûriyê de hatiye, cihê dilêşî û xemgîniyê ye, û tekez kir ku çareserî bi tenê ew e ya di riya rawestandina berdewamiya rijêmê ji karê leşkerî re, û pabendbûna bi rêkeftina agirbestê,û berdewamkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî