Riyad Elhesen, sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, got ku “Rûsiya hemû hêza xwe ya leşkerî bikar tîne ji bona berevaniyê di ber rêjîma Esed de bike û nehêle bikeve, û ji ber vê yekê di dema bûrî de kar ji bo dorpêçkirina bajarê Helebê dikir “.
Elhesen, îro roja înê û di daxuyaniyekê de, hişyarî da ji hewlên Rûsiya yên ji bona koçberkirina xelkê Helebê, bi rêka pêşniyarkirina vekirina kerîdorên mirovî, ku dibe bibe hokarê encamdana quhertinek demografîk û bikeve di qazenca rêjîma Esed de.
Ku her ji destpêka heyva tîrmehê ve, asta kuştarên rêjîma Esed û ya Rûsiya li Helebê gihişt asta herî bilind, bi hewla dorpêçkirina sivîlên Helebê, ku ligor belgeyên komîta mafê mirovan ya Sûrî, di heyva bûrî de 68 komelkujî hatine pêkanîn, û ev bilindtirîn rêje ye her ji destpêka sala 2016 an de.
Elhesen bal kişand li ser helwestên nerênî yên heryek ji civaka navdewletî û NY li hember destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê, ku bêdengiya wan mohletek zêdetir da Rûsiya bona kuştina xelkekê Sûriyê bi rengek zêdetir.
Elhesen tekez kir ku çarenivîsa rêjîma Esed bi carekî bi biryarên Rûsiya hatiye girêdan, tev ji bona bimîne di desthilatê de û qebûlnekirina veguhestina siyasî.
Elhesen daxwaza yekrêziyê ji sercem tabûrên leşkerî kir li hember êrîşa hovane ya bi serkirdayetiya Rûsiya û rêjîma Esed, hevdem tekezî li ser giringiya şikandina dorpêçkirina li ser sivîlên Helebê û berdewamiya rizgarkirina tevaya Helebê kir.
Jêder: Hevbendî