Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, dijminkariya nijadperestî yaku penaberên Sûrî li bajarokê Tel Heyat li Akkarê ya Libnanê armanc kiriye bi tundî şermezar kir, û ji desthilatên Libnanî daxwaza şopandin û vekolînê bo vê tawanê û sizakirina kesên tawankar kir, daku ev bûyer dûbare nebe.
Elmislit tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina yasayên navdewletî yên penaberan diparêzin û mafên wan didin wan kir.
Û Elmislit bibîr anî ku penaberiya gelê Sûriyê penaberiyeke neçarî bû, ew jî ji ber berdewamiya tawankariya rêjîma Esed û piştgirên wê û milîsên terorîst yên Îranê bi taybetî milîsên Hizbullah yên terrorist bû.
Tê zanîn ku kampeke penaberên Sûriyê li bajarokê Tel Heyat li Akkarê ya Libnanê rastî agirekî mezin hat, piştî ku kesin Libnanî roja Yekşemê agir berdan kampê, wek tolhildanekê dijî hemû kesên di kampê de, piştî ku termê niştecihekî ji xelkê deverê di kuştineke nepenî de hatiy dîtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî