Serokê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Heysem Elmalih, daxwaz ji Qeter û Siûdiyê kir ko piştgiriya Artêşa azad bikin da dagîrkeriya Rûsî û Îranî ji xaka Sûriyê bidawî bikin.
Serokê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Heysem Elmalih belgenameyeke fermî ji wezareta derve ya Siûdî û balyozxana Qeterê li Qahîra re şand, tê de daxwaza piştgiriyê kir. Elmalih di gotûbêjekê digel Elbewabe Niyûz de got: “Em ji Erebistana Si’ûdî û Qeterê bi hêvî ne ko daxwaza Sûrî pêk bîne û piştgiriya Artêşa azad bikin ji bo bera dagîrkeran bidin.”
Elmalih rêjîma Îranî tawanbar kir ko ew ji bo berjewendiya Israyîlê bizavê dike da Sûriyê wêran bike. Diyar kir ko 70% ji xaka Sûriyê ji hêla Îran û nokerê wê Beşar Esed wêran bûye.
Bêtir got “em hewcedarî piştgiriya birayên Ereb in ji bo piştgiriya Şoreşa Sûriyê di rastiyê de gelê Sûrî berevaniya Şoreşa xwe dike û ew di xeta pêşî de ya miletê Ereb de ye, gerek em pirojeyê Rûsî-Îranî bi hemû awayan têk bibin. ”
Tekez kir”cihê Beşar û Kujeran di qonaxa veguhêz de nîn e, û di destpêka imzekirina li ser qonaxa veguhêz dê rêjîma Esed biyekcarî têk biçe. Her wiha belgeha kongirê Riyadê hemû Alayên leşkerî û Berên siyasî bûn, yên ko ew sîwana şoreşa Sûriyê ne û her wiha opozisyona hundir wek Desteya Hevrêzkara Sûriyê û hinin din ji Sûriyê hatin û Belgeh imze kirin û ew belgeh dibêje ko desthilatdariya Rêjîma Beşar û Çeteyên tawankar di heman kêlîka ko li ser belgeha damezirandina Desteya Desthilatdariya veguhêz imze bibe ew dê bidawî dibe.”
Elmalih daxwaz ji koma hevalên Sûriyê kir”belgenameyeke hevbeş pêşkêş bikin ji bo Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî, da gengeşeya rewşa Sûriyê bikin û bombebarana asmanî birawestînin bi taybetî ko Desteya giştî ya Netewên Yekbûyî di evê çarçovê de hewcedarî dengdana 130 dewletî ye, çimkî rewş li Sûriyê bobelateke mirovî ye û gerek civaka navdewletî biryarekê bide dako tawankariyên Rûsya û Îranê birawestînin.”
Her wiha Elmalih belgenameyek ji bo komkara dewletên Erebî pêşkêş kir, tê de daxwaz ji Emîndariya giştî kir ko vexwendineke lezgîn bikin ji bo civîneke awarte ji Wezîrên derve yên dewletên Erebî, da rewşa dijminkariya Rûsî û Îranî li ser Sûriyê gengeşe bikin.
Jêder: Hevbendî