Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit, gotareke vîdyoyî arasteyî gelê Sûriyê kir, têde bi boneya cejna qurbanê pîrozbahiya gel kir, û hêvî kir ku ev cejn azadî û serkeftinê ji gelê Sûriyê re bi xwe re bîne, û ji rêjîma Esed a tawankar û hevalbendên wê û milîsên terrorîst rizgar bibe, û li umeta ereb û ya misilman bi geşepêdan û xêrê vegere.
Elmislit tekez kir ku gelê Sûriyê têkoşîna xwe di sala yazdemîn de didomîne, gelê li hember rêjîma zordar serî hildaye, rijêma ku maf û azadiya gel talan kiriye, û bi vîneke ku sar nabe di şoreşa gewre de berdewam e.
Elmislit got ku berdewamiya vê şoreşa mezin yaku zêdetir ji deh salan e ranewestiyaye, ji ber bawermendiya gelê Sûriyê ye, gelê hêvîdar e ku rêjîma Esed û yên pê re dê ji Sûriyê derkevin, û heger dem çiqasî dirêj an kurt be gelê Sûriyê dê serdema tarî derbas bike, û Sûriya gewre dê rola xwe ya dîrokî li deverê û cîhanê ji nû ve bi dest bixe, û gelê Sûriyê yê dilsoz dê Sûriya nû ya ku nirxên azadî, dadmendî û rûmetê tê de serdest bin ava bike.
Elmislit bal kişand ser ku rêjîma Esed û milîsên terorîst yên ji dervî sînor hatine, ew in sedema ku Sûriya bûye welatekî wêrankirî, piştî ku bajarên wê armanc kirin û xelkê wê koçber kir, û welatiyên wê kuştin û bi sedhezaran ji jin û kal û pîr û zarokan girtin.
Elmislit diyar kir ku di serdema desthilata mala Esed de, Sûriya li dawiya her serjimêriya navdewletî ya destkeft û serkeftinan de tê, di heman dema ku zarokên Sûriyê yên koçber û penaber di curbecur warên zanistî de li seranserê cîhanê serkeftinan bi dest dixin, piştî ku jîngeheke ewle û jiyaneke rûmetdar dûrî serkutkirin û tawankariya rêjîma Esed dîtine.
Û Elmislit got ku rizgarbûna ji rêjîma Esed û milîsên wê yên terorîst nêzîk e, û tekez kir ku saziya Hevbendiya Niştimanî saziya tevaya şoreşgerên azad ên Sûriyê ye, û got ku em li ser piransîpên şoreşgerî berdewam in, ta gihiştina armancên şoreşa Sûriyê yên rûxandina rêjîma Esed û milîsên wê, û biryarê radestî gelê Sûriyê bikin.
Elmislit bal kişand ser ku dijminê me ne kesê nerînên wî ne mîna yên me ne ye, lêbelê dijminên me rejîma Esed û her kesê ku di tawanên wê de alîkariya wê kiriye ne, yên ku di kuştin û birçîkirin û koçberkirina gelê me de beşdarî bi rijêmê re kirine.
Û Elmislit got ku civaka navdewletî heta niha bi awayekî kartêker neliviyaye daku bisedhezaran girtiyên ku rastî îşkenceya curbicur di girtîgehên rêjîma Esed de tên rizgar bike, girtîgehên ku rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan weke qesabxaneya mirovan binav dikin, ji ber ku tawankar îşkencê bi awayekî hovane dermafê girtiyên ku gunehê wan tenê ku azadî xwestbûn pêk tînin.
Û Elmislit civaka navdewletî di ber berdewamiya tirajîdiya Sûriyê û êş û azarên bi milyonan koçberên Sûrî yên ku di rewşeke mirovahî ya xirab de dijîn berpirsyar dibîne, ji ber ku rijêma Esed ta niha li ser tawanên ku pêk anîne siza nebûye, li gel paşketineke bê sedem di proseya siyasî ya girêdayî Sûriyê de, û pêknehatina veguheztina siyasî ya tam li gor biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî