Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana bajarê Cerablusê li gundewarê Helebê kir, û di serdanê de bi hejmarek ji nûnerên êlan û hêzên sivîl û yên leşkerî re li bajêr civiya, û tekezî li ser pêwîstiya parastina aştiya civakî û giringiya rola êlan û kesên hişmend ji hêzên sivîl û şoreşger bo pêkanîna wê aştiyê kir.
Û di serdanê de endamên Hevbendiya niştimanî Elî Milhim û Atif Zirêq û Feysel Sultan hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li gel amadebûyan behsa rewşa deverê kir, û li sedemên nakokiya vê dawiyê li bajêr yaku di navbera eşîran de derketiye guhdarî kir, û cextî li ser girîngî û rola sereke ya dadwerî û komîteyên lihevhatinê yên sivîl di çareserkirina nakokiyan de kir.
Û Piştî ku nakokî hate dorpêçkirin, Elmislit temînî kir ku komîteyek lihevhatinê were avakirin, daku bigihêjin çareseriyekê û ew nakokiya di nav wan êlan de bi dawî bike.
Û Elmislit seredana dergehê bajarê Cerablusê û encûmena xwecihî û navenda polîsên leşkerî kir, û bi karmendên wan yên rêvebir re civiya, û bi wan re behsa pêşketina karê wan û tiştên ku pêwîstiya wan pê heye bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan ji gelê me yê li deverê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî