Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, helwesta neguhêr a dewleta Qetera bira hember tawanên rijêma Esed, û rawestana wê li kêleka gelê Sûriyê di şerê wî yê ji bo azadiyê de bilind nirxand, û tekez kir ku serhişkiya rijêma Esed û berepêkên wê di forumên navdewletî de û kiryarên wê yên li meydanê, ew in ên ku astengî li pêşiya her pêşketinekê di proseya veguhastina siyasî de li Sûriyê derxistin.
Û Elmislit di daxiyaniyên taybet de got ku berdewamiya rijêma Esed di rêbaza xwe ya xwînrêtinê de û xwespartina berdewam li ser çareseriya leşkerî û astengkirina her hewleke dîplomatîk, sedema sereke ye ku hişt dewletên bira û dost bigihin wê baweriyê ku piroseya veguhastina siyasî li Sûriyê gihiştiye riyeke girtî.
Û di vê derbarê de Nûnera Herdemî ya Dewleta Qeterê li Ofîsa Netewên Yekbûyî li Cinêvê Hind Ebdulrehman Elmuftah got: “Em Karin bêjin ku rêya niha ya ji bo gihiştina çareya siyasî li Sûriyê gihiştiye riyeke girtî, ji ber necidîbûna rijêmê û rijdiya wê li ser bikaranîna çareya ewlekarî û leşkerî yaku li ser kuştin û îşkencekirinê ava bûye.”
Û Nûnera Qeterî tekez kir ku rijêm rijd e li ser binçavkirina kotekî, windakirina bi darê zorê, kuştin, îşkencekirin, wêrankirin, koçberkirina bi zorê, dorpêçkirin, bikaranîna çekên kîmawî yên li ser asta navdewletî qedexe ne, armanckirina sivîlan bi awayekî bimebest û bêserûber. Û binpêkirinên mezin dijî mafên mirovan pêk tîne.
Û Daxwiyaniya nûnera herdemî ya ku di hevpeyvîneke interaktîv de li gel Komîteya Navdewletî ya Serbixwe di çarçoveya xola 52mîn ya Encûmena Mafên Mirovan ya roja Sêşemê de, bal kişandiye ser ku rijêma Esed bobelata mirovî ya erdhejê bi kar tîne ji bo demê qezenc bike û merem û destkeftên siyasî bidest bixe.
Û Nûnera herdemî ya dewleta Qeterê li bal ofîsa Netewên Yekbûyî, amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e lihevkirinek li gor biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê çêbibe, ji bo daxwazên rewa yên gelê Sûriyê pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî