Berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislit, ji Jinêvê paytexa Siwêsra bersiva serokê şanda rêjîma Esed di gotubêjên Jinêvê de Beşar Elce’iferî da, û got ku divê Esed “tûrê xwe yên xwînawî” bide milê xwe û ji Sûriyê bar bike.
Û got ku “ev gotina Elce’ifeî bi xwe ye, lê wî bi şaşî ew kes destnîşan kir, ku yê pêwîst e (boxçika) xwe hilgire û ji Sûriyê derkeve ew Esed bi xwe ye”. Elmislit amaje kir ku rêjîm danustandinan berbest dike, û tawanan di derheqê miletê Sûriyê de pêk tîne, ku ev yek astengiya sereke ye di riya çareseriya siyasî de”.
Herwiha cext kir ku ” heger rêjîm bi agirbestê pabend ba, û hin girtî serbest berdana, û rê daba derbaskirina alîkariyên mirovî, wê çaxê hebû ku danustanên (Jinêv) serkeftî bana, û dibe ku diyalog cedîtir bana”.
Dîsa Elmislit got: ” me aliyek rasteqîn û cedî nedît, ew li ser hin mijaran diaxivin ku ev ne dem û cihê wan in, li ser Colanê diaxivin, raste; ew parçeyek ji Sûriyê ye û biryarên navdewletî pê hene, piştî bidawîkirina kabûsê li ser Sûriyê em Karin tê de biaxivin. welat derdeseriyê ji kabûsê Esed dikşîne “.
Herwiha derbarê sînaryoyên dibe bêne pêşniyarkirin li ser biryara şanderê navdewletî û nirxandina gotubêjan, Elmisilt bal kişand ku ” sînaryoya me divê, ew e ya xelkê Sûriyê li hindurê welat û di kampên penaberiyê de û li welatên dirawsê û kesên li ser sînoran dijîn bipajerînin “.
Elmislit di dirêjahiya axavtina xwe de got: “ku heger me bivê yan nevê, tişta giring rewşa li welêt e, em pabendin bi paransîpên şoreşê, bi xwîna wan qehremanan yê xwîna xwe bo rakirina stem û bindestiyê ji ser xelkê Sûriyê bexiş kirine, û sebaretî nixandina danûstandinan, bi rastî nirxandin nerênî ye derbarê pirosêsa siyasî, ji ber kîn û rika rêjîmê û nerastgoya şanda wê der barê gengeşekirina veguhestina siyasî”.
Lê derbarê civîna dewletên piştgir ji helwesta opozisyonê, Elmislit got ku ” girûpa piştgiriyê (ISSG), li ser astê balyozan di civînek berdewam de ne, û dibe civîna bê li Viyêna li ser asteke bilindtir be, em bi hêvî ne ku encamên erênî hebin”.
Û got ku “pêwîst e fayîlên serekî bêne rojevê, ku ev xala herî rast e ji bo em vegerin danustandinan, û heger hîç pêşketin nekeve di fayîlê girtiyan û yê navçeyên dorpêçkirî û yê agirbestê û yê tawanên rêjîmê de, wê ev çend mijar bimînin kosp di pêşiya danustandinan de”.
Herwiha diyar kir û got ” em razî bûn ku em bên yekemîn gera danustandinan ji bona gengeşekirina mijarên mirovî, lê fayîlê ku pêşketin bi xwe ve nedît ew fayîlê girtiyan e, û ew fayîl li ser maseya hevpeyvînê ne, li rex dewletên piştgir”.
Jêder: Anadol