Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Xalid Elnasir got ku Rûsiya dixwaz e çareseriya siyasî bi hêza leşkerî bisepîne, piştî ku hewlên wê yên diplomatkarî têkşikestin, herwiha dixwaz e takezaliya Îranê li ser rêjîmê bişkîne da ji xwe re pareke hevseng misoger bike di çi çareseriyek dahatî de.
Elnasir diyar kir ku Rûsiya rêgir e li pêş ruxandina Esed piştî serkeftinên berdewam yên şoreşgeran li ser qadê, herwiha ew bi parastina dawîtirîn wargehên rêjîmê li perava Sûriyê dirabe, ku di paşerojê de wê bibe asteng li pêşiya her destêwerdanek amerîkî yan rojavayî li dijî Esed.
Elnasir amaje kir ku Hikûmeta Rûsî her ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve heman boçûna rêjîma Esed pesend kir, ku Şoreşa Sûriyê bi tenê milmilaneyek e di navbera (Dewleta Sûriyê) û girûpên radîkal de, ji bona helweşandina binyadên dewletê, ji ber Rûsiya bi dirêjahiya çendîn heyvan çavên xwe ji tevgera gelêrî ya aştîxwaz li seranserî Sûriyê girtin, ku xwepêşender bi sîngên tazî rastî guleyên rêjîmê dihatin.
Elnasir weha jî got: Rûsiya rêjîma Esed gur kir li ser çareseriya ewlekarî ya tundutîj û bi zêdekirina kuştinê ku ew di wê baweriyê de bû ku ew dikare şoreşê têkbişkîne bi rêka siyaseta qada şewitî her wek şêweyê li dijî şoreşa Çaçaniyan pêk anî, herwiha bêsinor û bêrawestan pişgiriya rijêmê bi sercem Cûreyên çek û teqemeniyan kir, û Elnasir bal kişand li ser bizavên Rûsiya bo têkşikandina her pirotistokirinek navdewletî ji tawan û kuştarên rêjîmê re, bi bikaranîna Vîto biçendê caran, herwiha bihawara rêjîmê ve hat û ew rizgar kir ji lêdaneke leşkerî ya Amerîkî di dema bikaranîna komelkujiya kêmyayî di Xûta Şamê de ku bi amadekirina pêguhertinekê rabû, bi radestkirina çekê kêmyawî li hember mana wî.
Elnasir diyar kir ku Rûsiya li ser astê siyasî jî bi berdewamî bergirî ji rêjîmê kir, bi rêka têkşikandina sercem hewlên çareseriya siyasî, her ji hewlên Kofî Enan û daxuyaniya Jinêv 1 û bizavên Elexder Elbîrahîmî û heta bigehije kongirê Jinêv 2 û pilana Dî Mîstora ya ne cihê dilaramiyê ye, ku têde karî dostê xwe ji sêkeratên dawiyê ruha bike.
Herwiha Rûsiya bi gelek hewlên xapandina hêzên Şoreş û opozisyonê rabû û gelek bizav terxan kirin ji bona çêkirina duberekiyê û parçekirina rêzên opozisyonê û herwiha bi piropagenda şêwandina wêneyê hêzên wê yên resen û karîger rabû, bi binavkirina wan bi tundrewiyê û bi girêdana wan bi hêzên derve re, herwiha Rûsiya ji piropagendeya çêkirina opozisyonek çêkirî ya guncayî ligel boçûna wê ji çareseriya siyasî re ranewestiya, piropogendaya ku li ser binyatê dubarekirina Esed û rêjîma wî vava bû.
Elnasir tekez kir ku Rûsiya di hefteyên bûrî de wê bizavên xwe yên siyasî bi awayekî êrîşkarî pir kirin, nemaze piştî wê guhertina mezin di helewsta Amerîka de sebaret doseya Sûriyê, û deng pê ket ku guhertinek berçav hatiye encamdan di helwesta Rûsiya de nemaze piştî hevdîtina Dewha ya sêqolî û kombûna wezîrê wê yê derve Lavrof ligel herdu wezîrên derve yê Si’ûdiyê û yê Qeterê, herwiha serdana karbidestên Si’ûdiyê bo Qeter, paşre pêşwazîkirina wê ji şandên opozisyona Sûrî re bi taybetî şanda Hevbendiyê , ku jêre tekez kir ku ew pêgiriyê bi Esed nake herwiha ew piştgiriya daxuyaniya Jinêv 1 dike û hewl dide bo bestina kongirê Jinêv 3 û ew piştgiriya pilana Dî Mistora di vê derbarê de dike.
Elnasir diyar kir ku Rûsiya yekser û piştî demeke kêm carek din helwesta xwe ya rasteqîn û negor diyar kir bi rêka daxuyaniyên Lavrof li Tehranê ku tekezî li ser mana Esed kir heta piştî qonaxa veguhêz, herwiha ku Serokê Rûsî Potîn îstîratijya Rûsiya eşkere kir derbarê Sûriyê û (got ku rêjîmê ev Îstartîjîk pesend kiriye) ku pêktê ji pêkanîna hikûmeteke yekîtiya niştimanî di navbera rêjîm û opozisyonek bawerpêkirî de, herwiha ku helbijartinên parlamentoyê û serokatiyê yên pêşwext bêne encamdan bi pişkdariya Esed jî, û dijberiya terorê bête encamdan bi pişkdariya rêjîmê û artêşa wê û bi hevpeymaniya Si’ûdiyê û Tirkiyê.
Elnasir eşkere kir ku ev Îstatîjiyîk tevî pişkdariya serbazî ya Rûsiya bi awayekî rasterast ligel rêjîmê (ji bona dijberiya terorê!) wê bête encamdan bi pêşkêşkirina firoke û çekên pêşketî û pispor û şehrezayên serbazî bo meşqkirina hêzên rêjîmê û avakirina avahî û pêgehan ji serbazên Rûsî re li nêzîk firokxaneya Latiqiyê; ku em dikarin vê gava Rûsî bi dirustkirina bingehek serbazî ya Rûsî li Latqiyê liqelem bidin.
Elnasir bal kişand ku ev gava Rûsiyayê dijberî pilanên Hevpeymaniya Navdewletî tên ya Amerîka serkêşiya wê dike bo dijberiya DAÎŞ, û Amerîka derbirîna torebûna xwe kir li hember gava Rûsiyayê , herwiha parastina hevalbendekî lawaz û şikestî mîna rêjîma Esed wê ji Rûsiya re bibe bargiraniyek, lê li pêş her tiştekî ev gava Rûsî wê rasterast li dijî vîna xelkê Sûriyê bê ku destêwerdana Îranê û bi tevlî hevlbendiya mêlîşeyên tayifeperist nikarî vîna Sûriyan bişkîne, herwiha Rûsiya wê dubare li Sûriya rastî şikestinê bibe wek heman şikestina Soviyeta berê li Afxanistanê, û Elnasir hişyarî da hin hêzên bi ser şoreş û opozisyonê ve, ku baweriyê bi rola Rûsiya neynin û berpêkan jê re çênekin, pêwîst e ew di van rastiyan bigihên.
Jêder: Hevbendî+ kulina Şiarka