Mihemed E’lûş mezinê danustandinkarên şanda gelê Sûriyê, daxwaz ji wîlayetên yekbûyên Amerîka kir, bo rakirina biryara qedexekirina pêdan çekan ji hêzên şoreşa Sûriyê re, heta ku hevsengiyek li ser qadê bête pêkanîn, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî di gotubêjên xwe digel Waşintonê pêşniyarek da dewletên piştgir ji bona pirçekkirina hêzên şoreşê, da ku bikaribin bergiriyê li xwe bikin, wek piştgiriya Rûsiya û Îranê ji rêjîma Esed re.
E’lûş tekez kir ku hêzên leşkerî yên şoreşê berevaniya xaka Sûriyê li dijî dagîrkariya Îranê, û limîlîşên tayifeperist wek Hizibulaha terrorist dikin, tevî rola wê ya sereke di dijberiya rêxistina DAÎŞ’a terorîst de.
E’lûş cext li ser wê yekê kir ku hêzên şoreşgeran ne wek wan mîlîşên ku bitenê armanca wan zêdekirina wêrankirina welat û parastina serê rêjîmê ye, û xuya kir ku hêzên leşkerî bi berxwedana xwe ji cîhanê re rastgoya dijberên xwe dupat kirin, ku tekoşîna wan ji bona xaka Sûriyê ye.
E’lûş; ku ew bi xwe serkirdeyeke di artêşa Îslamî de, got ku hewlên Rûsiya di Encûmena Ewlekariyê de ji bona tevlîkirina “Artêşa Îslamê û Azadîxwazên Şamê” di nav lîsteya terorê de têk şikestin, ev yek li ser daxwaza rêjîma Esed bû wek daxwazek sereke, piştî ku hêzên şoreşê destkeftên mezin li welat bidest anîn, hevdem tekez kir ku daxwaza Rûsiya ji Encûmena Ewlekariyê bo tevlîkirina Artêşa Îslamê û Azadîxwazên Şamê di nav lîsteya terorê de, bi xwe têkşikesteke mezin e, tevî ku ev riftar didin xuyakirin ku wê hêç pêşketinek siyasî û leşkerî bidest nexistiye.
Herwiha da zanîn ku ” Artêşa Îslamê û her ji damezrandina xwe ve, hîç kiryarek nekiriye heta ku bi terorê bête gunehbarkirin”, ji ber ku ew sivîlan armanc nake û bi tawanên terorê ranabe, û bi erînî amaje li helwesta wan dewletan kir yên pirojeyê tevlîkirina Artêşa Îslamê û Azadîxwazên Şamê di lîsteya terorê de di encûmena ewlekariyê de red kirin, û herwiha daxwaza rêşûnên zêdetir kir ji bona bidawîkirina rêjîma kuştin û zordestiyê.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset