Li perawêza simînarekê li bajarê Stembolê li Tirkiyê li bin navê “Sûriya bi kûve diçe”, civateke telefizyonê ya dayxistî ji aliyê hejmarek ji endamên desteya danustandunên Sûrî ve ligel hin çalakvanên şoreşa Sûriyê hate lidarxistin, ji bo agehdarkirina wan bi pêşhatên piroseya danustandinên Cinêvê.
Endamê şanda desteya danustandinê, Firas Elxalidî cext kir li ser ku Rijêm berdewam e di kiryarên bombebarankirinê û yekalîkirina ewlekarî dijî gelê Sûriyê û hewl dide ji piroseya siyasî bireve.
Û got ku tawanên şer yên li dijî Xûta rojhilat dibin, wergerandineke ji armanc û daxwazên Rijêmê, û Elxalidî daxwaza cîbicîkirina biryarên navdewletî ji civaka navdewletî kir.
Û di civînê de Riyad Hesen, endamê şanda rawêjkar tekez kir ku şand hatiye ji bo bi awayekî jidil danustandinan bike, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ligor tekesta daxuyaniya Cenêv û herdu biryarên 2118 û 2254.
Elhesen bal kişand ku “piroseya siyasî ya niha em têde ne, dibe Rijêmê bi awayekî mezin bişkîne, herwiha me jî ji aliyê leşkerî de biwestîne”.
Hêjaye gotinê ku desteya danustandinan li du civînan li NY ligel tîma şanderê navdewletî Staffen De Mestora amade bûye, û rewşa bûyarên Xûta rojhilat ya gundewarê Şamê gengeşe kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî