Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê yê li bal Netewên Yekbûyî Necîb Elxedban, bikaranîna Rûsya ji Vîtoyê re, dijî derxistina biryarekê ji Encûmena Navdewletî ji bo bombebaranê rawestîne û alîkarî bigihên kesên bajarê Helebê pirotesto kir.
Elxedban di daxuyaniyekê de doh duşembê got: “bikaranîna Rûsya ji Vîto re di rûniştina Encûmena Ewlekariyê de, ne cihê matmayînê bû, ji ber ku Mosko alîkarî û handanê ji bo pêkanîna tawanan li Sûriyê ji sala bûrî de dike, û Mafê Redkirinê yê ko îro bikar anî tenê hewldana nûjen e ji bo Beşar Elesed biparêze, da neçe ber dadgehê, û bihêle tawanên qirkirina komel bêtir li Helebê pêk bîne. ”
Encûmena Ewlekariyê duşembê êvarî, nikarîbû biryarekê derîne ji bo pirojeyekî ko Niyûzîlanda û Ispanya û Misir amade kiribûn, û têde daxwaz dikiribûn ko 7 rojan agirbestê ragihînin tako alîkarî ji bajarê Helebê re ji kesên dorpêçkirî re derbas bibin, lê Rûsya û Çênê Mafê Redkirinê “Vîto” bikar anîn, û Encûmen di standina biryarê de têkçû.
Elxedban karê Encûmena Ewlekariyê rexne kir û got “Encûmena Ewlekariyê ne amade ye miletê Sûriyê biparêze, û niha mijar di destê dewletên endam de ye, ji bo kuştarên Beşar birawestînin û herêmeke qedexekirina firokan û bê bombebaran çêkin û yekser alîkariyên mirovî ji asman berdin.”
Bajarê Helebê ketiye ber kampaniyeke leşkerî ya bêhempa de, bi destê Rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên Îranî, û ji 15 çêriya paşî ya derbasbûyî ve heta nuha nêzî 900 şehîdî ketine, û hemû nexweşxane û dibistan ji kar ketine, û piraniya firneyan û du navendên Berevaniya Sivîl jî wêran bûne.
Rêkxistina Humen Rights ya mafnasiya navdewletî daxwaz kir ko tevgereke yekser ya komeleya Netewên Yekbûyî çêbibe ji bo civîneke awarte lidar bixe, da kesên ew tawanên metirsîdar li Sûriyê kirine siza bibin.
Nûnerê Humen Rights yê li bal Netewên Yekbûyî Liwîs Şarbon got: “Rûsya naxwaze tiştek operasiyonên wê yên leşkerî yên hevbeş bi Îranê û Rêjîmê re rawestîne, eger çiqas sivîl li Helebê têkbiçin jî”
Û ev şeşem cara bikaranîna Rûsya ji Vîto re ye,li Encûmena Ewlekariyê, di derbarê Sûriya de ji sala 2011an ve, û ya Çînê ya pêncemîn e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans