Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê li Netewên Yekbûyî Necîb Elxedban, xweşhaliya xwe diyar kir ji helwesta rêkxistinên ko bêkêriya navdewletî rexne kirin, derbarê êrîşên tiroristî yên ko Rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên Îranî dijî bajarê Helebê dikin.
Elxedban got: dibe ew rexne fişarekê li civaka Navdewletî çêbikin da kuştarên Helebê rawestînin. Û got gerek helwesteke Emerîkî ya kartêker hebe di serpereştiya Komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî de, û got ” gelek dewlet nikarin helwesta Amerîka berçav negirin, tev lawaziya helwesta wê ya niha”.
Û bêtir ji 200 rêkxistinên navdewletî yên serbixwe bêçarebûna Encûmena Ewlekariyê rexne kir, ji ber ko nikare tawanên Helebê rawestîne, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko pêrabênekê ji dêvila Encûmenê bike.
Û 223 rêkxistinên nefermî di biwara mirovî û berevaniya mafê mirovan de, li ser bangekê ko roja pêncşembê li Niyûyorkê belav bûye imze kirine, tê de ragihandine ko Encûmena Ewlekariyê “dest ji Sûriyan berdaye” piştî ko nikarîbû êrîşên hêzên rêjîmê li ser Helebê rawestîne.
Bangê daxwaz ji endamên Netewên Yekbûyî kir, ko hejmara wan 193 endam in, tako civîneke awarte ji komelgeha Netewên Yekbûyî re lidar bixin û daxwaz bikin êrîşên li ser bajarê Helebê û herêmên Sûrî yên din rawestînin, û derbasbûna alîkariyên mirovî bê merc dabîn bikin, û peyketina kesên ew tawanên metirsîdar li Sûriyê kirine li pêşberî dadweriya navdewletî bikin..
Rêkxistinên nefremî li 45 dewletan kar dikin, û ji nav wan jî Rêkxistina Lêbûrîna Navdewletî û Rêkxistina Hiyûmin Rayits Wotiş û Rêkxistina Gîr Internaşyonal û ya Sîv Dî Tişldirin û 63 Rêkxistinên Sûrî.
Her wiha Rêkxistina Hiyûmin Rayits di raporteke xwe de tawanên cengê yên Rêjîma Esed û Rûsya di 2 mehên derbasbûyî de pêkanîne belgeh kirine.
Di heman çaxî de jî Keneda destpêşxeriyeke din da û erêkirina 73 dewletan qezenc kir ji bo civîneke awarte ya Komelgeha giştî di derbarê Sûriyê de lidar bikeve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Aljazîre