Serokê şanda miletê Sûrî ya danûstandinan Ese’d Elzû’bî, hişyarî da der barê hewldanên Rûsya û Îranê bo têwerdana Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê û Helebê, û bal kêşand ser ko dora 3 hezar leşkerên Îranî û 1500 ji hêzên Esed nêzîkî Xûta ne, di heman çaxê ku hinên din ji Bingeha Himêmîm ya leşkerî berê xwe dane Helebê, her weha 5 ketîbeyên topa giran yên Rûsyayê li dora Helebê ne.
Ji bo aramiyê Elzû’bî got: “axaftina li ser aramiyê bûye cihê şermê, çawa em dê li ser aramiyê bipeyivin, û ji destpêka wê de heta bûrîna 24 demjimêran, êrîş bi mûşek û top û hawin û firokan pêk hatine. Ma em ji nûve dikarin navê aramiyê lê bikin”.
Bêtir got ko “Rûs li ser aramiyê wek ko li ser çîroka zincîrfilmekî ji xelekan pêk tê dipeyivin. Çimkî rêbazek heye ko bi dehan êrîş li ser Helebê û Gundewarê wê yê bakur û başûr hatine kirin û 13 tax li Helebê biyekcarî hatine wêrankirin, ji encama bombebarana firokên Rûsî û yên Rêjîmê, û doh mizgeftek û nexweşxanak û bazarek hatin wêrankirin, û li ser dirêjkirina dema aramiyê dipeyivin. û got ko axaftina li ser mijara aramiyê ji bo ragihandinê ye.
Elzû’bî tekez kir ko bêtir ji 100 şervanên Îranî ji nav wan ceneral di êrîşa dawî de li ser Helebê hatine kuştin, hem jî hinek hêsîr hatine girtin dîsa got: “ji ber evê yekê gef ji Xaminaî û ji serpereştên pasvanên Şoreşgêr hat ko giring e dubare derb li Helebê bikeve, çimkî bi dehên caran di rûyê wan de rawestiyaye û Rûs jî piştgiriya wan dikin. ”
Ji aliyê xwe ve Şoreşgeran 15 endamên hêzên rêjîmê û milîtanên îranî kuştin û hem li himber hewldana pêşketina wan ji tewera Elraşidîn rojavayê Helebê, di bin bombebaraneke xurt bi mûşek û firokên Rûsî îro sibehê rawestiyan.
Komîtên hevrêzkariyê yên xwecihî dikarîbûn 54 şehîdan ji nav wan 7 zarok û du jin û 2 şehîd di bin êşkenceyê de, heta dawiya roja çarşembê belgeh bikin.
Jêder: Hevbendî+El]erq Elewset