Amerîka gefa çêkirina herêmeke dijfirînê da, eger rêkeftina Rawestandina Karên Dijminkarî têk biçe, ew rêkeftina ku Mosko û Waşinton li ser wê li hev kirine û Encumana Ewlekariyê bi tevayî di sibata bûrî de pesend kiriye.
Sînatorê Cimhûrî Bob Korker, serokê Komîta Karûbarên Derekî di Encûmena Rîsipiyên Amerîkî, nûnerê iyaleta Tînîsî, di kongirekî rojnamevanî de doh êvarî got ku: welatê wî”gelek derfet ji bo bandora xwe bi şêweyekî erênîtir li Sûriyê bike wenda kirine”, û nîşan da li ser ku”, Eger rêkeftina Rawestandina Karên Dijminkarî ket astengiyan, pesendkirina pêşinyara Turkî heye ku karibe pêk were “.
Weha jî got” dema ku Turkiyê dixwest bi mere der barê Devera Dijfirînê behs bike, divabû me ew li sêgoşeya bakurî rojavayê Helebê cîbecî kiriba, ez bawerim eger me ew kiriba wê helwêsta me yekcarî cuda ba ji ya ku îro em têde ne”, û bal kişan ser ku Herêma Dijfirînê “divabû wek yek ji çareseriyan bihata dîtin”.
Û Kiroker rexne li siyaseta Amerîkî ya niha li Sûriyê girtin, der barê nebûna” pilaneke wê ya berdêl” her weha”anîna Rûsiya ji hêzên xwe re bo wê deverê”, û ew yek dît ku” wê bihêle Mosko bercewendiyên Amerîkî bi şêweyekî berfireh li herêmê kontirol bike”.
Û rêjîma Esed di binpêkirina rêkeftina Rawestandina Karên Dijminkarî li gelek ji bajaran û armanckirina wî ji sivîlan û avahiyên tendurustî re berdewam e.
Û ji 21ê nîsana bûrî de, taxên bajarê Helebê rastî bumbebaraneke tund û bêserûber ji aliyê firokên rêjîma Esed û Rûsiya dibin, û nexweşxane û avahiyên tendurustî û her weha sivîl jî armanc dibûn, û rewşa mirovhî li wan deveran pir xerab dibû, û NY der barê vê yekê dilgiraniya xwe anî ziman û armanckirina nexweşxaneyan dît”binpêkirinek eşkera ji yasaya navdeletî re”.
Jêder: Acans