Sikirtêrê giştî yê NY Ban kî Mon, tekez kir ku mercên rêjîma Esed “nayên erêkirin” li ser derbaskirina alîkariyên mirovî bo bajarê Dareya li gundewarê Şamê, piştî ku hêzên Esed duhî roja pêncşemê, rê girtin li pêşiya derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî yê hevbeş di navbera Heyva Sora Sûrî û NY de, bo nav bajarê Dareya wek ku biryar bi derbeskirinê hatibû dan.
Sikirtêrê giştî di daxuyaniyekê de, ji aliyê berdevkê wê yê fermî Stîvan Dogrîk” ve, duhî derngî roja pêncşemê hat xwendin ” ku mercên rêjîmê danîn ji bona derbaskirina karwan nayên pejirandin, herwiha ku dijberî gerantiyên rêkeftin li ser bûyîn tên”.
Herwiha got “ku derbaskirina karwanê alîkariyan bo nav Dareya hat qedexekirin, bi sedema hebûna kelupelên pizîşkî û yên xwarinê di nav wan de”.
Û hêzên Esed, duhî roja pêncşemê bi qedexekirina derbaskirina karwanekî alîkariyên mirovî ji bona bajarê Dareya yê dorpêçkirî, li rojavayê Şama paytext rabûn, tevî ku karwan gihiştibû nêzîk bajêr û piştî erêkirina rêjîmê.
Li aliyek din, Temam Ebdulrehîm berpirsê ragihandina Lîwayê şehîdên Îslamê got ku ” karwan di riya xwe re derbas bû û di gelek rêbendên rêjîmê re derbas bû, lê di dema dawiyê de û tevî hebûna erêkirineke pêşwext red kirin ku derbas bibe”.
Navhatî got ku “komîteya navdewletî ya Xaça Sor, nameyeke lêborînê şand ji xelkê Dareya re, piştî ku nikaribû alîkariyan derbas bike, û ew yek vegeran ji ber serderiya xirab ya hêzên rêjîmê li ser rêbendan”.
Hêjayê gotinê ye ku berdevka Xaça Sora Navdewletî, Kiristîna Armisrong, roja pêncşemê gotibû ku ” wê pênc barhilgirên barên alikariyên mirovî bo yekemcar bişînin ji Dareya re her ji dema dorpêçkirina wê ji aliyê rêjîmê ji sala 2012an ve”, û diyar kir ku ew alîkariyên hatine şandin ji aliyê heryek ji Xaça Sor û heyva sora sûrî û NY, ku ji kelupelên pizîşkî û ji şîrê zarokan û kelupel û pêdawîstiyên xwendinê pêktên.
Jêder: Wekalat