Cȋgira Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Nexem Elxadirȋ, kiryara tawankar ȗ tirorist ku duh li paytexta Tȗnisê pêk hat șermezar kir, ȗ piștgiriya milletȇ Sȗrȋ ji milletȇ Tȗnisȋ re dijȋ van kiryaran anȋ ziman, herweha gerimtirȋn sersaxȋ ȗ berdildan ji mirov û xelkȇn qurbaniyên vȇ dijîtiya kirȇt re anȋ ziman.
Elxadirȋ destnȋșan kir ku milletȇ Sȗrȋ:” Bi taybet di van rewșên taybet de ku milletȇ Sȗrȋ tȇ re derbas dibe, xweș dizane kirȇtiya tiror ȗ kuștinȇ, lȇ em bi karȋna Tȗnisȇ – millet ȗ hikȗmet –bi danustendina bi van gefȇn metîrsdar ȗ hemȗ hewldanȇn aramiya wȇ armanc dikin bo belavkirina wȇran ȗ nearamiyȇ bo cȋbicȋkirina xeyalin nexweș ȗ idyolojiyin kȋndar bawer in.
Cȋgira Serokȇ Hevbendiyȇ diyar kir: ” Çareyȇn hawarçȗnê dijȋ tirorȇ ne bes in, divȇ em ȋro bizanibin ku boblat mezin e, ȗ pȇwist e bi dijwarȋ em dijȋ hemȗ cureyȇn tirorȇ ȗ tawanȇ li ser asta cȋhanȇ rawestin, ȗ nehȇlin qurbaniyȇn bȇtir li ser destȇ rȇvebirȇn tirorȇ ȗ çȇkerȇn wȇ li her deverȇ bikevin “.
Jȇder: Hevbendȋ