Endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî mijara êrîşa Kîmawî ya ko Rêjîma Esed li bajarê Sermîn li Gundewarê Idlib pêk anî û tiştê ko Hevbendiyê pê rabû di evê derbarê de û şopandina Encûmena Ewlekariyê piştî ko Hevbendiyê birûsk jê re şand ji bo cîbicîkirina biryara 2209 ya tê de hatiye li gora benda heftan sizakirina Esed li ser êrêşên kîmawî bibe, gotûbêj kirin.
Hevbendiyê berî nuha nameyek ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî re şandibû, dako biryara 2209 ya di 6 Adara nuha de derçû cîbicî bike. Hem li jêr Benda Heftan gavine jidil bavêjin da Esed ji tawankariyên wî birawestînin. Her wiha Herêmeke qedexekirina Firokan feriz bikin da Gelê Sûriyê ji êrîşên asmanî yên hêzên Esed biparêzin.
Her wiha li ser pêvajoya Hevdîtinên Qahira û Mosko bi amadebûna Endamên Hevbendiyê yên ko li Hevdîtinan amade bibûn gotûbêj kirin.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî anî ziman ko Hevbendî li hevdîtina Qahîra amade nebûye û di komîta amadekirinê ya ji hevdîtinê derçûye beşdar nebûye, û beşdarbûna hin endaman ji Hevbendiyê li hevdîtinê bi navê xwe yên kesane ne wek nûnerên Hevbendiyê amade bûne.
Her wiha di civînê de li ser amadekariyên pêwîst ji bo civîna Desteya Giştî ya Hevbendiyê ko wê roja Înê dest pê bike gotûbêj hat kirin.
Jêder: Hevbendî