Komisyona bilind ya Netewên Yekgirtî ya karubarên penaberan ragihand ku welatiyên Sûriyê ji navçeyên xwe direvin ber bi navçeyên aramtir û ber bi dewletên cîran ji ber têkçûna rewşa Sûriyê bi sedema şerê Beşar Esed li ser milet ji çar salan ve, û di daxuyaniya komisyonê de hat ku hejmara penaberên Sûrî di hundur Sûriyê de gihiştiye nêzîkî 7 milyon penaberî, ku ev hejmar gelekî zêdetir bû ji pêşbîniyên komsyonê yên heta dawiya sala bûrî.
Ku navçeya gundewarê Şamê di serê lîsteya penaberan de hat ku hejmara awareyên wê bêhtir ji 2.2 milyon kesî bûn, piraniya wan ji taxên başûrê paytextê û Dareya û bajarokên Xûta Rojhilat in.
Herwiha ji Helebê milyonek û 700 hezar kes aware bûne, û milyonek û 100 hezar kes ji Himusê aware bûne, ku piraniya wan ji taxên Elqisûr û Baba Emro û ji Inşaat in.
Li rojhilat ji Derazorê nêzîkî 700 hezar kes aware bûne, li rojava ji Laziqiyê derdora 300 hezar kes koçber bûne, ji Der’a landika Şoreşê hejmara awarebûyan gihiştiye nêzîkî 245 hezar kesî.
Li Hemayê hejmara awarebûyan bi 235 hezar welatî hat texmînkirin, herwiha li Idlib û Şamê û Hisiçe hejmara mişextiyan bi 520 hezar aware hat texmînkirin.
Hêjaye ku Hîşam Merwa Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku “rêjîma Esed bi dirêjahiya çar salan bi pêkanîna tawanên ku wijdana mirovahiyê pê hatiye êşandin rabûye, û xemsariya Civaka Navdewletî bûyê fakterekî alîkar ji wan tawanan re”.
Merwa di dirêjiya axaftina xwe de got ku li hember baredoxên sext û zehmet yên rêjîma Esed li ser bisedhezarên welatiyên li Sûriyê û yên aware û penaber di kampan de disepîne ku” berpirsyaretiyê têxe li ser milê dewletên Cîhanê bo karvedanê bikin digel derdeseriya gelê me û doza wê ya siyasî û mirovahî û rewştî”.
Merwa ji rêberên Cîhanê yên encamên terorê şermezar dikin xwest ku “Çareserkirina sedemên rasteqîne yên koka terorê û jinavbirina çavkaniya wê ya serekî bikin ku ewjî rêjîma Esed e”.
Jêder:Hevbendî+Elerebiya