Encumena Niştimanî Kurdî Gelê Kurd bi hatina cejna Newrozê pîroz kir û di daxuyaniya ko Emaneta wê ya Giştî derxistiye de hat “bi hatina evê Newrozê Şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya pêncan dibe û hêjî Rêjîma Esed bi tundûtûjî û wêrankirinê dixwaze viyana Gelê Sûrî têk bibe, ew Gelê ko di rûyê wî de bi Şoreşa azadî û rûmetê rabûye.
Ev Şoreşa ko destpêkê aştiyane bû , lê bi awayekî rêbazkirî ber bi çekdarî û leşkerkirinê de hat birin, ya di encamê berhemê xwe ji tudrewî û Daişê da, ew berhemê ku hişt Şoreş ji qeşengî û ciwaniya xwe bikeve û dûrî armancên xwe here,û derdeseriyên Sûriyan pirtir kirin, û pêşdetirîn kula Civaka Navdewletî bû dijberiya tiroristiyê , û xwe dan jibîrkirin ku rijêmê rê li pêş tirorîstiyê û tundrewan xweş kir”.
Daxuyaniyê berdewam kir “beraberê vê yekê jî Opozisyona Sûrî nikarîbû dîtinên xwe bi programekî tekûz bike yek, da bikaribe Rêjîma stemkar birûxîne û Sûriyeke Dîmuqrat ya ko Sûrî ji bo wê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi Şoreşê rabûne ava bike, tevlî hemû bizavên ku ji bo yekirinê dibin”.
Emaneta Giştî di daxuyaniya xwe de dibîne ku, giring e karê Opozisyonê pêşdertir biçe û helwestên xwe bikin yek da çareyeke siyasî ji bo qeyrana Welat peyda bikin, ku bi qasî qurbaniyên Gel bin, û dawiyê li stemkariyê bîne, û Sûriyeke yekbûyî piralî dîmuqrat ava bikin, ku hemû Sûrî bi azadî û rûmet tê de bijîn, û Gelê Kurd mafê xwe yê tekûz li gora peymanên navdewletî bi dest xwe ve bîne,û her wiha hemû pêkhatiyên din jî.
Di dawiya beyana xwe de Emaneta Giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî ji Gelê Kurd xwest ko Newrozê bi şêweyekî şaristanî vejînin,û herûher derdeseriya gelê xwe û şehîdên di ber tenahî û azadiyê de ketine di bîra xwe bînin.
Jêder: Hevbendî- Daxuyaniya Emaneta Giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî