Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Gelê kurd her sal di 21ê adarê de li tevahiya Cîhanê ahengên pîrozbahiya Cejina xwe ya Netewî “Newroz” lidar dixe; ev cejin derbirîna retkirina Zordariyê û ruhabûna ji çewsandina Netewî dike û herwiha daxwaza rûmet û azadiyê tîne ziman.
Em di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de; bi vê helkefta xweştevî pîrozbahiya Gelê xwe yê kurd yên Sûriyê dikin , û Em rewstandin û alîgiriya xwe ji wan re jibo bidestxistina mafên xwe yên netewî yên rewa ligor yasa û peymannameyên navnetewî radigehînin, her bi vê helkeftê em serkeftinê ji şoreşa gelê Sûriyê re dixwazin, û herwiha em bangewaziyê li gelê xwe yên Cizîrê (parêzgeha Hesekê) dikin bi kurd û Ereb û Siryan û Aşûriyên xwe ve, ku hevgirtî bin û destên xwe bidin hev dijî stemkariya rêjîmê û terora DAIŞê ji bona avakirina Sûriyayek demokaratîk, û her tiştên ku fitine û pilangeriyê di navbera pêkhateyên wê de çêdikin nehêlin.
Bijî Newroz Sembola Azadî û yekîtiya Niştimanî
Bijî Şoreşa Gelê Sûriyê ji bo Azadiyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
20 Adara 2015