Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê, pîrozbahiya Gelê Kurd kir bi helkefta Cejina Newrozê ya di 21ê adarê de.
Îro Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de bi helkefta Cejina Newrozê ” rewstandin û alîgiriya xwe ji Gelê Kurd re jibo bidestxistina mafên xwe yên netewî yên rewa ligor yasa û peymannameyên navnetewî ” ragihand, û tekez kir ku Cejina “Newrozê”; derbirîna retkirina Zordariyê û ruhabûna ji çewsandina Netewî dike û herwiha daxwaza rûmet û azadiyê tîne ziman.
Hevbendiya Niştimanî bi helkefta Newrozê hêviya serkeftina şoreşa gelê Sûriyê li dijî rêjîma Esed ya diktator û terrorist kir, û herwiha bangewaziyek arasteyî pêkhateyên gel li Cizîrê (parêzgeha Hesekê) kir bi kurd û Ereb û Siryan û Aşûriyên xwe ve, ku hevgirtî bin û destên xwe bidin hev dijî stemkariya rêjîmê û terora DAIŞê ji bona avakirina Sûriyayek demokaratîk, û her tiştên ku fitine û pilangeriyê di navbera pêkhateyên wê de çêdikin nehêlin..
Jêder:Hevbendî