Artêşa Azad û Alayên Şoreşger komên hêzên Esed yên li Şaxê Ewlekariya Dewletê û Rêbendên li dora Bajarê Idlib, her weha Rêbendên Elbetel, Circar, Neîsê, Mestûmê, leşkergeha Elxezil ya kevin û ya nû û Inşaat amanc kirin. Di encamê de heft ji hêzên Esed hatin kuştin û bîst jî birîndar bûn.
Û li Helebê piştî şerekî tund Artêşa Azad 12 leşkerên mezhebpereset ji Çeteyên Îranî û Hizbullah hêsîr kirin.
Her wiha bi dehan ji hêzên Esed û Çeteyên piştgiriya wî dikin di pevçûnan de hatin kuştin, û Serpereştê Operasiyona leşkerî yê Çeteyên Hizbullaha tiroris birîndar bû.
Jêder: Hevbendî+Simart