Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr bang li Netewên Yekbûyî û dewletên cîranên Komara Yemenê bi taybetî Si’ûdiyê kir, da zêdî 10000 Sûrî yên li Yemenê li Sen’a, Te’ez û Hudeyde hatine dorpêçkirin ji tengasiyê rizgar bikin.
Elemîr got: “piştî bidawîbûna Asifet Elhezim, Sûriyên li Yemenê ji stema Çeteyên Elhûsî ditirsin, bi taybetî pêzanîn hene dibêjin ko Rêjîma Esed lîsteyên navên Çalakvanan radestî Hûsiyînan kirine”.
Elemîr matmayîna xwe ji helwesta sar ya Netewên Yekbûyî diyar kir ko heta nuha”tu tevger ji Netewên Yekbûyî û mifewediya karûbarê penaberan li Yemenê” çê nebûye.
Elemîr helwesta Si’ûdiyê ya pêşwaziya Sûriyên li Yemenê li ser sînor asê mabûn û alîkariyên pêdivî bo wan pêşkêş kirin bilind nirxand. Her wiha rola Si’ûdiyê ya kartêker di rizgarkirina Sûriyên li Yemenê asê mane tekez kir, bi taybetî “piştî ko çarenûsa Zarok, Jin û yên bi temen mezin kete metirsiyê bi serdema gelemşeya peyda bûye.”
Jêder: Hevbendî