Hevbendiya Niştimanî Sûrî bêçretiya Hêzên Hevpeymanê heta evê kêlîkê ko Rêjîma Esed nekirine lîsteya amancên xwe protesto dike, û Rêjîma Esed lêdanên Hevpeymanê ji Daişê re wek derfet ji xwe re dibîne da bêtir kuştaran di dermafê miletê Sûrî de bike.
Firokên cengî yên Rêjîmê bi Bermîlên teqîner Gundê Kefer Hemra li Gundewarê Helebê yê Bakur û Rojhilat bombebaran kir, di encamê de 35 Sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, di nav wan de zarok û jin hene, di heman demê de êrîşên asmanî dan ser bajarokê Zemleka li Gundewarê Şamê û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, yê dawî zarokek bû.
Herweha Salim Elmislit berdevkê Hevbendiyê “Ev kirdeyên tawankariyê” protesto kirin û doza xwe ji civaka navdewletî dubare kir da “berpirsiyariyên xwe hilgire û parastina sivîlan bike, û bi leztirîn dem Artêşa Azad çekdar bike û Herêmên hêmin li ser sînorên Bakur û Başûr pêk bîne.”
Jêder: Hevbendî