Sikertêrê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Mihemed Yihiya Mektebî bi sipasî pêşwazî li ragihandina hevgirtina Tevgera Azadîxwazên Îslamiyên Şamê û Tabûrên Siqûr Elşam kir, ya binavê “Tevgera Islamî Ya Şam”, tevlî ragihandina 12 tabûrên artêşa Azad yên gundewarên Idlib û Hemayê û tevlîbûna wan di nav refên “Bereya Şam” de, bi vê çendê ew bere bû mezintirîn komên artêşa Azad di navçeyên navborî de.
Mektebî ji tabûrên şoreşger yên din xwest, ku jî heman rêbazê bişopînin û pabend bin bi diruşmê soreşê, herwiha daxwaza hemahengî û yekxistinê kir heta bigihin avakirina artêşeka niştimanî ku bo tevaya Sûriyan be, û rûxandina Esed û parastin û yekîtiya gelê Sûriyê û rizgarkirina sercem navçeyên welat û qewtandina mêlîşeyên milîperest yên rêjîmê sereketirîn durşmên wê be.
Hîşam Elşêx (Ebû Cabir) serokê tevgera azadîxwazên Şamê ji aliyê xwe ve û ligor daxuyaniya hevgirtinê got ku, hêza navendî ya tevgera nû wê li jêr navê tabûrên Siqûr Elşam be, ku hevgirtin hat li ser pêwîstiya qonaxê û girngiya yekgotar û yekrêziyê, hevdem digel çaremîn helkefta “Şoreşa Şamê ya pîroz”de.
Elşêx di gotara xwe de got ku hevgirtin hat li ser binemayê erkê mengirtinê û pêwîstiya qonaxê bi hevgirtinê.
Elşêx, tekez kir ku tevgera wî sûre li ser “xweragiriyê li ser pêvajoya şoreşê û kar ji bona rûxandina rêjîma Esed û neqebûlkirina destberdanê ji xwîna şehîdan”. Herwiha navhatî ji hêzên din daxwaza hevgirtin û hemahengiyê kir ji bona misogerkirina armancên şoreşê û bi dawîkirina jiyê rêjîma sitemkar ya zal li ser kelaxê gelê Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye ku “Tevgera Azadîxwazên Şam” yekek ji bihêztirîn tabûrên leşkerî yên Islamî ye ku her ji destpêka şoreşê ve hatiye damezrandin ji hevgirtina çar tabûrên Islamî, ku ewjî Tabûra Azadîxwazên Şam û Tevgera Elfecir ya Islamî û Girûpa pêşenga Islamî û tabûrên Iman yên şerker, û Tevger belave li piraniya bajarên ne dibin kontrola rêjîma Esed de. Jêder:Hevbendî