Muwefeq Nêrebiye endamê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê de, hêvî kir ku helwêstin cidî yên Netewên Yekbûyî hebin, ji bo piştgiriya gelê Sûriyê yê ku rastî tawanên qirkirinek bikomel li ser destên rêjîma Esed û herdû dagîrkerên Rûsiya û Îranê dibin.
Û îro çarşembê Nêrebiye di daxuyaniyeke taybet de da xuyakirin ku ” gelê Sûriyê rastî tawanin kirêt dibe, û ew tawanên cengê û dijî mirovahiyê ne, û ew hewceyî destêwerdaneke navdewletî ne ji bo bên rawestandin”, û diyar kir ku dijminkariyê ” çemin xwînê herikandine, û Sûriya wêran kiriye, û nîvê miletên wê koçber kirye”.
Û hin raportên ragihandinê diyar kirin ku Rêveberiya Amerîkî hejmarek ji bijardeyan ji bo rewşa Sûriyê danîne, di navde bijardeya leşkerî heye, piştî ku hevdîtinên dualî bi Moskoyê re ya ku berdewame di êrîşa xwe ya hovane de li ser bajarê Helebê rawestandine .
Û Nêrebiye got” mixabin êdî nema baweriya me bi gotinan tenê tê, û em di vê ezmûnê re di sala 2013an de derbas bûne, û Rêveberiya Amerîkî hêlên sor danîbûn, lê mixabin encaman em bêhêvî kirin”
Û Nêrebiye bal kişand ser ku pêwîst e ku karin cidî hebin, karibin Rêjîmê neçar bikin ji bo vegera li ser maseya guftûgoyan, û cîbecîkirina veguhestina siyasî, di riya çêkirina desteyek desthilat ya vegyhêz re, ya ku bi hemû karûbarên cîbecîkirinê rabe , wek çawa ku di biryarên Navdewletî de hatiye.
Jêder: Hevbendî