Endamê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Bişar bi tundî kiryarên çekdarên PYDê pirotisto kirin, nemaze ji ber xistina kosp û astengiyan li Tirbesipiyê û li pêş dergehê Qamişlo li Parêzgeha Hesekê li pêş cemawerên rêweresmên bixaksipartina herdu şehîdên ji Herêma Kurdistan hatin, û herwiha li ser girtin û desteserkirina kadiroyên Partiya Demokrata Kurdistanê û ciwanên bi erkê xwe dirabûn di rêweresmên bixaksipartina herdu şehîdên di dema rizgarkirina Şingalê de şehîd ketin.
Bişar got ku ev kiryar riftarên kesên ji kombûnên cemawrî ditirsin, her ji ber çi sedemê be, û amaje kir ku tirsa PYDê û çekdarên wê ji kombûnan divegere tirsa wan ji her kombûnek cemawerî, ji ber ku ew dizanin ku ew desthilata darê zorê ne, û nehatine helbijartin ji bal civaka kurdî, û ji her bizavek gelêrî û cemawerî ji derveyî hêza desthilata wan ya bikotekî li ser şeqama kurdî hatî sepandin ditirsin.
Bişar got ku ji alîgirên PYDê dihat xwestin ku pişkdariyê bikin di rêuresmên şehîdan de û nejî kospkirina xêliyên wan û desteserkirina kesên beşdar di rêuresman de bikin, û ligor axavtina wî ku ev yek nîşana neaqilmendiyê ye li rex vê rêveberiyê ya ku nikare dûrî hêla kotekî û zorê bi bostekê bilive.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî sercem kiryarên serkutkirin û binpêkirinên PYDê şermezar kirin, hevdem retkirina xwe tekez kir li ser kiryarên lêşkeriya neçarî û tawanên revandin û sercem reftarên desthilatdariya tundrew ya PYDê bikar tîne li Parêzgeha Hesekê û li navçeyên din.
Dubare Hevbendiyê piştgiriya xwe nîşan da li hember her bizaveke sivîl ya aştiyane ku piştgiriya piransîpên Şoreş û hemwelatûbûnê bike, hevdem redkirina xwe li hember her binpêkirinên fotokopîkirî ji tawanên rêjîmê dupat kir, nemaze yên sivîl û aştîxwaz û mafxwaziyê, û da zanîn ku her bipêkirinek ji mafên mirov re , binpêkirinek e ji piansîpên yasa û dadperweriyê re, ku pêwîst e dûvçûn û dadgehkirina berpirsên van tawan û binpêkirinan bête kirin.
Herwiha ji aliyê xwe ve ENKSê jî ev kiryarên neberpirs yên dûrî exlaq û nirxên kurdayetiyê şermezar kirin, û got ku ev kiryar ne li gor bilindahiya cihê şehîdan in yên xwîna xwe ya pak û paqij bi qurbanî dane di ber welatê xwe de.
Jêder:Hevbendî