Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji pêgava Erebistana Siûdî re ragihand, ya birîna pêwendiyên diblomasî digel Îranê, herwiha daxwazê ji sercem dewletên Erebî û yên mislimanan kir bi avêtina heman pêgavê wek bersivdanê li ser tawanên wê di Sûriya û Îraq û Yemenê de û destêwerdana wê di karubarên Si’ûdiyê û dewletên kendeva Erebî de.
Hevbendiyê daxwaza derxistina biryareka xuya kir ji Komkara Erebî bi derxistin û qewtandina Ȋranê ji Rêxistina Hevkara Islamî wek bersivdan li ser destdirêjî û piştgiriya wê ji dehên girûpên tayîfeperist re yên gelê Sûriyê dorpêç dikin û jin û zarokan dikujin.
Hevbendiyê diyar kir ku rêjîma Tehranê tê naskirin bi dirindiya tawanên xwe di derheqê miletên Îranê de û bi darvekirina bihezaran dijberên xwe û bi destêwerdana xwe di karubarên dewletên din de, û encamdana tawanên dijemirov û herwiha ku digel rêjîma Esed û dagîrkera Rûsiya rabûye bi kuştina 400 hezarî û koçbarkirina bêhtir ji13 milyonan ji xelkê Sûriyê, lewra pêwîst e bi hêz û bi şidet bersiva wê bête dan, û pêwîst e rêşûnên vebir bêne standin ji bona helweşandina pirojê wê yê tayîfegerî yê ji bona wêrankirina navçeyê û belavkirina miletên wê ye, ku di serî de pêwîste piştgiriya pêwîst bête peydakirin ji gelê Sûriyê û ji artêşa wê ya azad re, da serê mar bête birîn û dawî li destêwerdana wê di navçeyê de bête kirin û metirsiya wê ji ser navçeyê û tevaya cîhanê bête rakirin, bi rizgarkirina Sûriya û dewletên din ji dagîrkariya wê û ji her tiştekî ku pêwendiya wê digel hebe.
Ku duhî wezîrê derve yê Erebistanê Adil Elcibêr qutkirina pêwendiyên diblobmasî yên digel Ȋranê ragihand û daxwaz ji şanda diblomasiya Ȋranê kir bi derketina wan di maweyê 48 demjimêran de yekser piştî destdirêjiya li ser balyozxaneya Siûdiyê ya li Tehranê.
Cibêr got ku dîroka Ȋranê têr û zengîne di destdirêjiyên li ser şandên diblomasî yên derve de û tekez kir ku wê bersiva armancên Ȋranê yên dijminkarî li ser navçeyê wê bi peroşî bide, hevdem pêdagirî kir bi berdewamiya Siûdiyê li ser jinavbirina terorê.
Jêder: Hevbendî