O’qab Yihiya, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji NY kir ku rêşûnên agirbesta hatî pêşniyarkirin ji aliyê şanderê navdewletî Stîvan Dîmestora ve bi lez pêk bînin, û bal kişand li ser giringiya ku agirbest tevaya Sûriyê bi xwe ve bigire netenê girêdayî bajarê Helebê be.
Hêjayê gotinê ye ku rêjîma Esed û hevalbendên xwe li vê dawiyê bi xurtkirina oparisyonên xwe yên leşkerî li dijî şoreşgeran li gelek navçeyan radibin, û berdewam in di redkirina cêbicêkirina birgên mirovî yên di tekesta biryara 2254 an de, yên daxwaza rakirina dorpêçkirina navçeyan û gihandina alîkariyan bo hemû dorpêçkiriyan û rawestandina topbarankirinê û serbestberdana girtiyan dikin.
Herwiha ku duhî bajarê Dareya tûşî bombebaranek dijwar bû ji aliyê milisên Esed, û bi bermîlên teqîner yên bi napalima şewtandinê ya qedexekirî hat bombebarankirin, û taxa Ewle’r jî bi hawin û mûşekan hat bombebarankirin û têde gelek birîndar ketin, her wek tê zanîn ku heryek ji bajarê Dareya û taxa Ewle’r asê dorpêçkirî ne, ji aliyê hêzên rêjîmê ve, hevdem ligel belavkirina piropagendeyên lerz û tirsê di nav xelkê de.
Yihiya daxwaz ji NY kir ku bi erkê parastina sivîlan rabe, ji êrîşên terorîstî yên rêjîma Esed û hevalbendên xwe li dijî xelkê navçeyê pêktînin, û hevdem piransîpê parçekirina agirbestê ya li ser asasê dem û cih red kir.
Herwiha daxwaz ji NY kir ku kar bi awayekî lez bike, ji bona rawestandina tawanên rêjîma Esed û yên Rûsiya yên li dijî sivîlan dibin.
Jêder: Hevbendî