Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, ji NY û Encûmena Ewlekariya Navdewletî û ji Hikûmetên dostên gelê Sûriyê, daxwaza dabînkirina parastina sivîlan ya bilez li hemû navçeyan ji êrîşên rêxistina DAÎŞ ya terorîst û yên rêjîma Esed ya tawankar kir.
Û Hevbendiya Niştimanî, îro roja şemiyê di daxuyaniyekê de got: “ku biçekkirina artêşa azad li hember rûbirûbûna heryek ji rêxistina DAÎŞ’ê û rêjîma Esed bi pêwîst dibîne, ji ber ku şerê li dijî hemû reng û şêweyên terorê, nikare bê piştgiriya Artêşa Azad li pêş her aliyekê din armancên xwe di Sûriyê de pêk bîne, ku artêşa azad di gelek şeran de dupat kiriye ku ew aliyek şiyandare bo parastina sivîlan û di rûbirûbûna terorê û qewtandina wê de”.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku îro rêxistina DAÎŞê bajarê Mar’h dorpêç dike bi hevkarî digel rêjîma Esed yê ku çekê birçîbûnê li dijî sivîlan bikar tîne, ku bi hezaran xelkê Sûriyê niha di gelek navçe û bajarên Sûriyê de dibin dorpêçkirinê de dijîn, û rastî birçîbûn û bobilatan dibin, ji pênc salan ve bidest rêjîma Esed , hevdem ku firokên Rûsiya dagîrker bombeyan bi ser xelkê sivîl de dibarîne wek hemahengiyek şermê û dabeşkirina rolan di navbera wê û rêjîma Esed û DAÎŞ de.
Jêder: Hevbendî