Hevbendiya Niştimanî êrîşên terorîstî yên îro li Biroksilê û yên di çend rojên bûrî de li ser Enqera û Stembol û Adenê bûn şermezar kirin, û di dema ku ev êrîş ji kok ve pirotisto kirin, xemxwariya xwe digel xêzanên qurbaniyan û herdu gelên Beljîka û Tirkiyê ragihand.
Her weha Hevbendiya Niştimanî ragihand ku hemû azadîxwazên Sûriyê li kêleka gel û hikûmetên li navçeyê û tevaya Ewropa û cîhanê tûşî terorê dibin radiwestin, hevdem hevxemî û hevkariya xwe ya hevbeş di şerê dijberiya rêxistinên terorîst û dewlatên xwedîkerên terorê radigehînin.
Hevbendiyê tekez kir ku pêwîst e tev dest bi kar bikin bo pirojeyê xewna cîhaneke tenah û seqamgîr, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku baş di rola rêjîma Esed di piştgirî û belavbûna terorê de bigihêje.
Herwiha cext kir ku civaka navdewletî di dijberiya terorê de çi bijardeyek bidest nîne, ji bilî pêdagirî li ser piransîpên mirovî yên cîhanî yên li ser binyatê azadî û dadweriyê ava dibin, û piştgiriya miletên li dijî zilm û zordariyê radibin.
Jêder: Hevbendî