Ednan Rehmûn; endamê Hevbendiya Niştimanî û nûnerê Encûmenên xwecihî li parêzgeha Idlibê, pesinê gava erênî ya hêzên leşkerî da, li ser daxwaza wan bo damezrandina Encûmena Serkirdayetiya Parêzgeha Idlibê piştî rizgarkirina wê, herwiha ji bo astê perpirsyaretî yê bilind û hişyariya şervanan di dema derbasîbûna di bajêr de.
Rehmûn; daxwaza ragihandina amadebaşyê ji hemû hêzên şoreşger kir, herwiha ji Encûmenên xwecihî û Encûmena serkirdayetiya Şoreşê û Rêveberiyên perwerde û saxlemiyê daxwaza rêvebirina saziyan û parastin û aktîvkirina wan bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên nû bo hemwelatiyan kir.
Endamê Hevbendiya Niştimanî balkişand ser qurbaniyên mezin yên xelkê parizgeha Idlibê dane, pêwîste hemû li gor berpirsyartiyê bin, û pêwîste parêzgiha Idlibê bibe yekem ezmûna serkeftî di rêvebirina parêzgeheka rizgarkirî de bi hevkariya tevahiya leşker û şoreşger û sivîlan.
Rehmûn hişyarî ji reftarê piropagendeyên bêbextî yên ku wê rêjîma Esed û damudezgehên hewalgerî belav bikin da, û herwiha daxwaz kir ku danûstandin di hemû babetan bi rêka kenlên fermî bête kirin.
Têzanîn ku duhî di daxuyaniyekê de Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû “ku rizgarkirina bajarê Idlibê serkeftinek giring e li ser riya rizgarkirina tevaya axa welat ji rêjîma Esed û hevalbendên wê , lê ev çend girêda ye bi guhertina rasteqîne di astê piştgirî û hemahengiya tête pêşkêşkirin bo hêzên şoreşa Sûriyê, bi rêka peydakirina parastina tekûz û vebir ji êrîşên rêjîma Esed yên bi firok û hilîkopter û mûşekan, û nehiştina her cûreyê danpêdana yasayî bi rêjîma Esed, bi şêweyê ku rê bête xweşkirin bo veguhestinek siyasî û dubare avakirina dewleteka sivîl têde daxwazên hemû Sûriyan bêne pêkanîn”.
Herwiha daxuyaniyê tekezî kiribû li ser “ku Hevbendiya Niştimanî baweriya xwe dubare bi hêzên şoreşê dupat dike, ew hêzên bergiriya sivîlan û pabendbûna xwe bi rewşt û piransîpên şoreşê dike û rêzê li soz û peymanên navdewletî digire”, herwiha têde dubare helwesta xwe ya siyasî dupat kir ” ya neguhêr û pabend bi piransîpên şoreşê heta rûxandina rêjîmê”, û daxwaza “pêwîstiya piştgiriya bilez ya hêzên şoreşa Sûriyê bi hemû pêdiviyan bo bergiriya sivîlan û herwiha piştgiriya kargeriya sivîl ya dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan li navçeyên rizgarkirî bo welatiyan dike “.
Jêder:Hevbendî