Razgirê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî ji Hevpeymaniya Navdewletî doz kir ku” Pêwist e lez bo sepandina deverin aram li Bakur û Başûrê Sûrî li gor lêkolîna tekûz ya ku Hevbendiyê derbarê vê mijarê pêşkêş kiriye bibe, û pêşkêşkirina piştgiriyek xurt bo Artêşa Azad da karibe parastina sivîlan bike, û êrîşên azmanî yên balefirên hêzên Esed ku taxên welatiyan armanc dikin rawestîne”.
Herîrî di Hevdîtinek taybet de bi nivîsgeha ragihndinê re destnîşan kir ” Devera aram ya ku em doza wê dikin, em naxwazin dûmahiya rê be, lê em dixwazin navnîşana qonaxê be, û gaveke tektîkî be bo gihiştina armanca sereke di rûxandina rejîma Esed û kurtêlxurên wî li Sûryayê”.
Daxuyaniya Herîrî piştî kuştarên hovane yên Esed li Reqa û Casim li parêzgeha Derʾa pêk anîbûn derket, ji ber ku duh li Casim kuştarek xwîndar rû da qurbaniyên wê 30 şehîd û nêzîkî 100 birîndarî bûn, balefirên rêjîmê êrîş birin ser sûk û taxên Casim û ew bi bumbe û sarûxan bumbebaran kirin, di encamê de wêraniyek mezin di mal û xaniyên welatiyan de bû, Razgirê Giştî ev yek dît ” Encamek siruştî û pêşbînkirî bû ji bêdengiya navdewletî re li ser kuştarên Esed, û hilnegirtina wan ji berpirsyariyê re derbarî milletê Sûrî”.
Elherîrî tekez kir ” Nerastiya Civaka Navdewletî di danîna sînorekî ji tawankariya Esed re li Casim û Reqa û deverên dî, wê hemû herêmên Sûrî bike nêçîrek ji hêzên Esed re, da wan bixe dava tirora ku hîn welatên cîhanê dixwazin welatiyên Sûrî û deverê jê re bikin qurbanî ! ev tawan û hemû êrîşên bi ser sivîlan de, encama bêdengiya navdewletî ya berdewam e derbarî istratîjîya riswakirî ku rejîm wê bi armanca sepandina têkdan, kuştin, wêranî û qedexekirina welatiyan li deverên ne di bin destê wî de ji sazkirina rêvebiriya sivîl û vejandina dahatên sereke û kartêkirina saziyên giştî “.
Asta tawanên ku Esed rojane li Horan pêk tîne bilind bû, piştî zincîra serkeftin û pêşveçûnên leşkerî yên Artêşa Azad li wan deveran. Razgirê Giştî yê Hevbendiyê Nesr Elherîrî ew serkeftin dît ku ” Veguhestinek cûreyî ye, û xeniqndineke ji henasa leşkerî re ya ku hêzên Esed wê ji bo alîkariya xalên leşkerî yên pê ve girêdayî bikar tîne”. Û destnîşan kir ” Reva keriyên Esed û Çeteyên Hizbillah û Irana tirorîst piştî têkçûna wan li ser destê Artêşa Azad ji deverên parêzgeha Derʾa serkeftineke lehengane ye, û destnîşan dike ku Derʾa ya ku paşnavê “Landika şoreşê” di destpêka tevgera gelêrî lê hat kirin, û serkeftinên wê nîşan didin ku wê paşnavê ” Goristana zordariyê û tirora Esed” hilgire “.
Jêder: Hevbendî